'Ocalan ramana azadî û aştiyê li Rojhilata Navîn belav kir'

Şêniyên ku bi rêber Abdullah Ocalan re rûniştine gotin: "Rêber Abdullah Ocalan ji hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çareserî daniye, ji ber vê yekê dewleta Tirk tecrîdeke giran li ser wî ferz kiriye da ku pirsgirêk neyên çareserkirin."

'Ocalan ramana azadî û aştiyê li Rojhilata Navîn belav kir'
'Ocalan ramana azadî û aştiyê li Rojhilata Navîn belav kir'
'Ocalan ramana azadî û aştiyê li Rojhilata Navîn belav kir'
'Ocalan ramana azadî û aştiyê li Rojhilata Navîn belav kir'
12 kanûn, 2020   01:23
QAMIŞLO

Dema ku rêber Abdullah Ocalan li Lubnan û Sûriyê bû, gelek kesan hevdîtin ligel pêk anîn. Şêniyên ku bi rêbertî re civiyan detayên wê hevdîtinê û mijarên ku hatine nîqaşkirin parve kirin.

Jina bi navê Şamîran Xelîl a ji bajarokê Girbawî yê Qamişloyê ji kesên ku bi rêbertî re rûniştiye.

Şamîran a di 50 saliya xwe de sala 1994'an li Şamê bi rêber Abdullah Ocalan re rûnişt û hevdîtinê wekî xewnekê bi nav dike.

Şamîran Xelîl diyar dike ku ew bi salan bi hêviya dîtina rêber Abdullah Ocalan bû û wiha tîne ziman: "Eşq û hezkirina me ya ji ramanê rêbertî re her tim di dilê me de ye. Tevî ku wê demê gelek partiyên kurdî li parçeyê Kurdistanê hebûn, lê rêber Abdullah Ocalan kesê tekane bû ku ji bo azadiya jin têkoşiya û hîn jî têdikoşe. Rêbertî her tim di axaftina xwe de dibêje em ê jin azad bikin da ku civak bi tevahî azad bibe."

'HEVDÎTINA BI RÊBERTÎ RE DERFETEKE MEZIN JI BO ME BÛ'

Şamîran Xelîl her wiha hevdîtina li gel rêber Abdullah Ocalan wekî derfeteke mezin wesif dike û vî tiştî dibêje: "Piştî salan ji bendewariyê, derfeta hevdîtina ligel rêbertî bi dest me ket. Ev hevdîtin ji bo min wekî jineke Kurd derfeteke mezin bû."

Şamîran diyar kir derdora 30 kesan ji herêma Cizîrê ew jî di nav de çûn Şamê da ku rêberî bibînin û wiha hestê xwe parve dike: "Destpêka ku min nas kir ku ez ê rêbertî bibînim ji kêfa re bi coş û kelecaneke mezin hesiyam."

Şamîran kêliyên hevdîtina xwe ya bi rêbertî re wiha bi bîr tîne: "Du roj piştî ku em gihiştin Şamê rêbertî semînerek li ser têkoşîna tevgera azadiyê, armancên wê û rewşa gel da. Giraniya gotinên wî li ser girîngiya têkoşîna azadî û mafên jinan û rizgarkirina jinan ji urf û adetên li ser wan hatine ferzkirin bûn."

'RÊBERTÎ ÇARESERÎ JI ALOZIYA LI ROJHILATA NAVÎN RE DANÎ'

Şamîran Xelîl îşaret bi tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin û ev tişt got: "Ramanê rêbertî ramaneke mirovî ye, banga azadiya tevahî dewletên cîhanê dike, her wiha ji bo serkeftina li hemberî pergalên kapîtalîst û desthilatdar ên ku civak ji sedên salan ji ber wê êşê dikişîne çareseriyeke alternatîf danîye. Ji ber vê yekê dewletên herêmê û kapîtalîst mîna Tirkiyê û hin dewletên din ramanê rêbertî qebûl nakin û naxwazin bighêje civak û cîhanê, lew ra tecrîdeke giran li ser wî ferz kirine."

Şamîran Xelîl da zanîn ku her çendî ku rejîma Tirk tecrîda li dijî rêbertî giran bike wê planên wê bi ser nekevin û gel ji rêbertî dûr nakeve û got: "Ramanê rêberî di dil û mejiyê me de ye."

'FIKIR Û FELSEFEYA XWE KIR RONAHIYA AŞTIYÊ'

Ehmed Mecîd yê 66 salî ji bajarokê Girbawî ye, cara yekemîn sala 1990'î li Lubnanê û cara duyemîn sala 1994'an li Şamê rêber Abdullah Ocalan dît. Mecîd dibêje ku hevdîtina wê ya li gel rêbertî derfetek bû ku mîna wê tune ye.

Mecîd da zanîn ku rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn, bi taybet Kurd sembola aştî û ewlehiyê û wiha domand: "Rêbertî ew ku kesê ku em nikarin bi gotinekê pesnê wî bidin, ew kesê ku fikir û felsefeya xwe kir ronahiya aştiyê di dilê me de. Rêbertî ji bo azadiya tevahî pêkhateyên Rojhilata Navîn û ji bo tevahî mirovahiyê têdikoşe. Bi ramanê xwe gelê Kurd ji qirkirinan parast. Rêberî xwediyê fikrê belavkirina azadî û aştiyê li Rojhilata Navîn e."

Ehmed Mecîd destnîşan kir ku gotin û peyamên rêber Abdullah Ocalan her tim ewlehî û aştiyê ji bo Rojhilata Navîn di nav xwe de digire û wiha dawî li axaftina xwe danî: "Dewleta Tirk tecrîdeke girankirî li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye, ji bo raman û pêşniyarên wê neghêjin civakên Rojhilata Navîn, ji ber ku ramanê wî çareseriya herî guncaw ji krîzên li Rojhilata Navîn re ye û rêbertî siyasetên çewt ên dewleta Tirk teşhîr dike."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dkSj06B3seQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>