Koçberên Serêkaniyê: Rewşa Serêkaniyê wekî Reqa ya di dema DAIŞ`ê de ye

Koçberên Serêkaniyê diyar kirin ku bajarê wan wekî dema ku çeteyên DAIŞ`ê Reqa dagir kiribûn bûye û wiha gotin: "DAIŞ`ê baweriya xwe ferz dikir û dewleta Tirk jî sembolên xwe ferz dike."

Koçberên Serêkaniyê: Rewşa Serêkaniyê wekî Reqa ya di dema DAIŞ`ê de ye
11 kanûn, 2020   08:47
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê siyaseta guhartina demografî ya Serêkaniyê û Girê Spî didomînin.

Ji destpêka ku artêşa Tirk bajarê Serêkaniyê dagir kiriye, ziman, al û ajandeyên xwe li ser şêniyan ferz dike, malên sivîlan kirin nuqteyên leşkerî û dibistan kirin cihê belavkirina fikira îslamî ya tundrew.

KOÇBERKIRINA SIVÎLAN Û QIRKIRINA KOMÎ

Têkildarî sûcên artêşa Tirk a guhartina demografiya Serêkaniyê, koçberên bajêr axivîn.

Koçberê bi navê Îbrahîm Elo ev yek got: "Ji beriya salekê ve em ji bajarê xwe Serêkaniyê koçber bûne, artêşa Tirk û çeteyên wê di hemû aliyan de demografiya herêmê diguherin."

ꞌDAIŞ BAWERIYA XWE FERZ DIKIR Û TIRKIYE JÎ SEMBOLÊN XWE FERZ DIKE ꞌ

Îbrahîm Elo di  berdewamiya gotina xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk bi awayekî aşkera ziman, al û ajandeyên xwe ferz dike, lewma bajar bûye navenda rêxistinên terorîst ên wekî endamên El-Qaîdê û DAIŞ`ê û zarokan fêrî şerîeta îslamê dikin.

ꞌMALBATEKE HUMSÎ DI MALA WÎ DE NEꞌ

Îbrahîm Elo da zanîn ku çeteyên artêşa Niştimanî ya Sûriyê malbatên xwe anîn bajar û li malên şêniyên Serêkaniyê bi cih kirine û wiha axaftina xwe dewam kir: "Mala min li taxa Zorava ye, niha malbatek ji bajarê Humsê tê de ye, hin malbat ji Idlibê, Xûta, Hema û Helebê jî hene, ma gelo ev kes li mal û bajarê me çi dikin?"

ꞌSERÊKANIYÊ WEKÎ REQAYA DI DEMA DAIŞ`Ê DE YEꞌ

Îbrahîm Elo diyar kir, ku ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê bajarê Serêkaniyê bûye wekî bajarê Reqayê di dema çeteyên DAIŞ`ê de, ji ber kiryarên wan heman kiryar in.

Îbrahîm Elo bi domdarî got:" Çeteyên ku derbasî Serêkaniyê bûne, DAIŞ bi xwe ne, lê vê carê bi navên cuda ne, her tiştên li bajar isbat dikin ku DAIŞ`î ne, ji ber hîcabê ferz dikin û zarokan li gorî fikirên xwe mezin dikin."

Îbrahîm Elo di dawiya gotina xwe de bilêv kir ku bajarê Serêkaniyê welatekî biçûk e, tê de pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û Çeçan dijîn, lê niha bûye bajarekî din. Ji ber vê bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku destwerdanê bikin û li hemberî kiryarên artêşa Tirk bisekinin.

Li aliyekî din jî koçberê bi navê Osman Muslim rêxistinên mafên mirovan û aliyên peywendîdar rexne kir ku rewşa wan paşguh kirine û got: "Çeteyan destpêkê mala min desteser kirin û ji xwe re kirin navenda tenduristiyê.

Muslim anî ziman ku taxa ew lê dima bûye cihê meclisa leşkerî û gelek beşên din ên çeteyan.

Osman Muslim di dawiya gotina xwe de ev yek destnîşan kir: "Artêşa Tirk û çeteyên wê sembolên bajar guherîne, niha malbatên ji Idlibê, Dêrazorê, Hema, Heleb û Xûtayê di malên me de ne, ji ber vê çete ne tenê Kurdan dikin armanc, lê belê tevahiya pêkhateyan dike armanc."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/bFeA8qF2JJk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>