Lihevkirina Ewropayê ji bo ferzkirina cezayan li ser dewleta Tirk

Serokên YE`yê îro di civîna xwe de li hev kir ku cezayan li dewleta Tirk ferz bikin, ji ber tevgerên wê yên derqanûnî û dijminahî li Deryayê Spî.

Lihevkirina Ewropayê ji bo ferzkirina cezayan li ser dewleta Tirk
11 kanûn, 2020   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên dîplomatîk ji AFP'ê re got ku tedbîrên ku hatine girtin dê cezayên takekesî bin û heke dewleta Tirk kiryarên xwe domandin, dibe ku tedbîrên din werin girtin.

Ruxmî tedbîrên ku hatine girtin jî Yewnanistan bedbîn e, ji ber ku hêvî dikir ku serokên ewropî qedexeya çekan an jî cezayên aborî ferz bikin. Yewnanistanê bi desteka Fransayê hemleya Yekitiya Ewropayê (YE) a ji bo girtina tedbîrên dijwartir li dijî dewleta Tirk bi rê ve bir.

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis got “pêbaweriya YE’yê” di xetereyê de ye.

Serokên Ewropayê destnîşan kir ku dewleta Tirk tevgerên provokatîf ên yekalî li dijî herêmê pêk anîn, zinamekî tund li dijî YE, dewletên endamên wê û serokên Ewropayê bi kar anî.

Her wiha diyar kirin ku tevgerên yekalî yên provokator ên dewleta Tirk li rojhilatê Deryayê Spî berdewam in, bi taybet li herêma aborî ya Qibrisê.

Di hefteyên bê de dê lîsteya navên ku dê werin cezakirin,aşkera bibe. Dê ji dewletên endam re were pêşkêşkirin da ku erê bikin.

Li gorî dîplomatekî ewropî, serokên ewropî wezîrê karên derve yê yekitiyê Josep Borrell erkdar kir da ku heta Adara 2021`an raporeke girêdayî pêşketina rewşê pêşkêş bike. Her wiha heke pêwîst bû pêşniyar bike ku qada cezayan fireh bibe.

(şx)