Îlham Ehmed: Dewletên garantor divê nehêlin Tirkiye dijî peymanan tevbigere

Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed got, neçarkirina Tirkiyê ku li gorî peymana agirbestê tevbigere berpirsyartiya dewletên garantor e.

Îlham Ehmed: Dewletên garantor divê nehêlin Tirkiye dijî peymanan tevbigere
10 kanûn, 2020   18:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed li ser twîttera xwe got: "Ji 10 rojan ve rageşiyeke mezin li Til Temir û Eyn Îsayê ji aliyê dewleta Tirk û komên wê rû dide. Em berpirsyariya neçarkirina Tirkiyê da ku li gorî peymanên agirbest tevbigire hildigirin ser dewletên garantor."

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di demên dawî de êrişên xwe yên li ser Eyn Îsa, Zirgan û Til Temirê zêde kirin. QSD'ê di çarçoveya mafên parastina rewa de hewldanên wan ên ketina van deveran têk dibe.

ANHA