Hikumeta Şamê: 112 kesên din bi koronayê ketin, 11 jî mirin

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku 112 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 11 kes jî mirin.

Hikumeta Şamê: 112 kesên din bi koronayê ketin, 11 jî mirin
10 kanûn, 2020   21:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê got li Sûriyê 112 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketin û 11 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî wezaretê, hejmara pêkhetiyên vîrusa koronayê li Sûriyê gihaşt 7 hezar û 787'an û hejmara miriyan jî bû 476 kesan.