Di xwepêşandanên Başûr de ciwanek din bû qurbanî

Li bajarokê Kifrî ya Germiyanê yê Başûrê Kurdistanê, di encama gulebarana parêzvanên baregeha PDK’ê de xwepêşandêrekî jiyana xwe ji dest da, xwepêşandêrek jî birîndar bû.

Di xwepêşandanên Başûr de ciwanek din bû qurbanî
10 kanûn, 2020   18:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên êvarê de li bajaroka Kifrî ya Germiyanê yê Başûrê Kurdistanê welatiyan careke din dest bi xwepêşandanê kirin û daxwaza mafên xwe kirin.

Xwepêşanderan destpêkê baregeha Tevgera Goran dan ber keviran, piştre jî ber bi baregeha PDK’ê ve meşiyan.

Li gorî zanyariyan, dema ku xwepêşander gihiştine nêzî baregeha PDK’ê parêzvanên baregehê gule li xwepêşanderan reşandine. Di encama gulebaranê de ciwanê temen 21 salî jiyana xwe ji dest da û xwepêşanderek jî bi giranî birîndar bû.

Çavkanî: Rojnews