Çeteyên Tirkiyê di êrişên Eyn Îsayê de moşekên NATO'yê bi kar anîn

Şervanên QSD'ê bermahiyên "Moşekên dijî mertalan" yên amerîkî dîtin ku çeteyên dewleta Tirk di êrişên xwe yên li ser Eyn Îsayê de bi kar anîne.

Çeteyên Tirkiyê di êrişên Eyn Îsayê de moşekên NATO'yê bi kar anîn
10 kanûn, 2020   16:45
EYN ÎSA- ZANA SEYDÎ

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), bermahiyên moşekên "Taw"ên germê ku bi temamî neteqiyabûn, li nêzî gundê Mielek ê li ser rêya M4 dîtin.

Di bermahiya moşekekê de "gaza helyûmê" hebû û li ser hatibû nivîsandin "Hêza wê ya wêrankirinê bilind e" û sembola li ser moşekê "18876-13349876-DMW91K003-028" hebû, ev dide diyarkirin ku girêdayî NATO'yê ye.

Çeteyên girêdayî Enqereyê di êrişên xwe yên du hefteyên borî de yên li ser navenda navçeya Eyn Îsayê çekên giran bi kar anîn.

Derket holê ku li cem çeteyên girêdayî Tirkiyê li herêmên dagirkirî yên Sûriyê çekên NATO'yê hene.

Çavkaniyên îstîxbarata QSD'ê eşkere kirin ku çeteyên DAIŞ'ê sala 2014'an bi rêya Tirkiyê moşekên germê yên li Amerîkayê hatin çêkirin, wergirtin. Ev mîna moşekên ku di êrişên li ser herêmên cûda yên Sûriyê ne.

ANHA

 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3WfSUmTtGcA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>