MXŞD: PKK di 2018`an de li ber çavê hemû cîhanê ji Şengalê derket

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXŞD) bi daxuyaniyekê bersiva Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî da û da diyarkirin ku ev daxuyanî rê li ber êrîşan vedikin û dixwazin bi rêya daxuyaniyên xwe ewlekariyê Şengalê têk bibin.

MXŞD: PKK di 2018`an de li ber çavê hemû cîhanê ji Şengalê derket
10 kanûn, 2020   13:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXŞD) li ser daxuyaniya Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistnaê Mesûr Barzanî daxuyaniyek da.

MXŞD’ê ev got: “Her kes dizane ji bo gelê me careke din rastî hovîtiya dewleta Tirk neyê û behane ji bo wan nemîne, piştî pêkanîna ewlehiya herêmê û rêxistinbûna civaka Êzidî gerîlayên PKK'ê ku Êzidî ji qirkirinê parastin di sala 2018'an de li ber çavê hemû cîhanê ji Şengalê vekişiyan.

Binavkirina PKK’ê ya hêzên Şengalê ya ji aliyê rayedarên PDK'ê û taybet herî dawî Mesrûr Barzanî ve em vê yekê red dikin tu hêzeke PKK'ê li Şengalê nîne, yên ku niha Şengalê diparêzin zarokên Şengalê ne. Di Şengalê de hêzên ewlekariya Îraqê hene.

Ev daxuyaniyên bi zimanê Tirka tên dayîn û rê li ber êrîşên nû vedikin, dixwazin bi van daxuyaniya ewlehiya ku li herêmê pêk hatî têk bibin.

Li ser vî esasî em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku bersiva van daxuyaniya bi awayekî fermî bide û ji raya giştî re bide eşkerekirin ku kîjan hêz li Şengalê ne û kî Şengalê dipare.

Herî dawî em dibêjin ku ev daxuyaniyên Mesrûr Barzanî û dewleta Tirk a dagirker ji ber xwe nehatine kirin, lewra em bang li Berzanî dikin ku dev ji van daxuyaniyê ku xizmeta dijmin dike berde. Em wek Civaka Êzidî daxuyaniyê bi vî awayî li ser xwe qebûl nakin”.