Şêx û serokeşîrên Eyn Îsayê: Em li pişta QSD`ê ne

Şêx û serokeşîrên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê tekez kir ku ew li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk xaka xwe ji dagirkeriya Tirk biparêzin. Meclisa Leşkerî ya Girê Spî jî îdiayên li ser çarenûsa navçeya Eyn Îsayê ku hin dezgehên çapemeniyê belav kirine, derewandin.

Şêx û serokeşîrên Eyn Îsayê: Em li pişta QSD`ê ne
10 kanûn, 2020   13:32
EYN ÎSA

Şêx û serokeşîrên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê bi fermandarên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî re ku navenda wê li Eyn Îsa ye, civiyan.

Fermandarên leşkerî bal kişand ser pêşketinên dawîn ên li navçeyê û di serî de êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker, peymana ku duh hatiye ragihandin a girêdayî avakirina 3 nuqteyên çavdêriyê yên hevbeş ên QSD û hikumeta Şamê bi çavdêriya Rûsyayê.

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî ragihand ku dê 3 nuqteyên çavdêriyê yên hevbeş bi hikumeta Şamê re û bi çavdêriya Rûsyayê li navçeya Eyn Îsayê li kêleka rêya M4 ava bikin, da ku çavdêriya agirbesta li herêmê û destdirêjiya dewleta Tirk li ser navçeyê bikin.

Fermandarên leşkerî bersiva hemû pirsên şêx û serokeşîrên herêmê li ser girîngiya nuqteyên çavdêriyê ku vê dawiyê de hatine ragihandin û îdiayên li ser çarenûsa navçeya Eyn Îsayê ku di hin dezgehên çapemeniyê de hatine belavkirin, dan.

Fermandaran diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo parastina xaka Sûriyê ji êriş û destdirêjiyan, her tim amade ne.

Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî îdiayên ku hin dezgehên çapemeniyê belav kirine ku dibêjin Rûsya û hikumeta Şamê dixwazin çargoşeyeke ewlehiyê li navçeyê ava bikin, derewandin û tekez kir ku hemû civîn û hevdîtinên wan di çarçoveya koordîne û xebatên leşkerî de bûn.

Şêx û serokeşîrên herêmê jî tekez kir ku şervanên QSD`ê hemû êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navçeyê têk birin û gotin ew ê li hemberî çavnebariyên dagirkeran li kêleka QSD`ê bin.

Serokeşîran her wiha diyar kir ku ew bi QSD`ê bawer in û heke gef û destdirêjiyên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên wan berdewam bikin, ew ê bi zanabûn tev bigerin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oLmRmjhPWJY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>