Tirkiye hewl dide xwe nêzî Îsraîl û Amerîkayê bike

Çavkaniyan eşkere kir ku Tirkiye balyozekî nû ku alîgirê Erdogan e li Îsraîlê diyar kiriye.

Tirkiye hewl dide xwe nêzî Îsraîl û Amerîkayê bike
10 kanûn, 2020   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera “Monitor” a amerîkî ku agahiyên xwe spart gelek çavkaniyan, di çarçoveya hewldanên normalîzekirina têkiliyên bi Îsraîlê re û ji bo nêzikbûna bi rêveberiya Amerîkayê ya bê bi serokatiya Jeo Biden re, Tirkiye balyozekî nû li Îsraîlê diyar kir.

Balyozê nû Ufuk Ulutaş (40), serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Wezareta Derve ya Tirkiyê ye û li zanîngeha El-Ibiriyê ya li Qudisê beşê siyaseta Ibirî û Rojhilata Navîn xwendiye.

Ulutaş wekî rêveberê saziya SETA ku saziyeke fikirî ya girêdayî hikumetê ye, kar kiriye û gelek lêkolînên derbarê siyaseta Rojhilata Navîn û dîroka Cihuyan de nivîsiye. Her wiha ew pisporê karûbarên Îranê ye.

 ‘TIRKIYE TECRÎDKIRÎ YE’

Tevî hemû helwestên Erdogan jî, Tirkiye xwe tecrîdkirî dibîne û aloziyeke aborî dijî.

Bi nêzîkbûna cezayên DYA û YE`yê re, Enqere tevî berdewamkirina kiryarên xwe, sekinandina li aliyê Rûsya û aloziya ku li rojhialatê Deryaya Spî derxistiye jî, hewl dide têkiliyên bi her du aliyan re baş bike.

 ‘DANÛSTANDINÊN DI NAVBERA HAKAN FIDAN Û RAYEDARÊN ÎSRAÎLÊ DE’

Malpera Monitor ragihand ku cara yekê di 30`ê Mijdarê de, serokê îstixbaratên Tirkiyê Hakan Fidan dan û standinên veşartî bi rayedarên Îsraîlê re kiriye. Li gorî agahiyan, têkiliyên di navbera her du welatan de hatine nîqaşkirin û pêşniyara vegerandina têkiliyan li ser asta baylozan hatine kirin.

Tirkiye Murat Mercan ku endamê damezirêner yê AKP`ê ye û balyozê niha li Tokyo ye, wekî balyozê Tirkiyê li Amerîkayê diyar kir. Bi wê yekê jî dê cîgirê Werzîrê Karên Derve Sedat Onal bibe balyozê Tirkiyê li Neteweyên Yekbûyî (NY).

Ev cara yekê ye ku Tirkiye dîplomatekî ne pispor dişîne Îsraîlê, ku dihat payîn balyozê wê yê berê li Washingtonê Namik Tan ew peywir bigirta. Her wiha ne diyar e ku dê Îsraîl jî balyozekî bişîne Enqereyê an na.

Îsraîl niha bi pêşxistina têkiliyên xwe bi hevalbendên xwe yên nû yên ji welatên Kendavê re mijol dibe, nexasim bi Îmaratê re ku dijminahiya Tirkiyê dike. Xuya ye ku heta Îsraîl têkiliyên dîplomatîk ên fermî bi Îmaratê re daneyîne, dê rewşê tevlîhev neke. Her wiha Îsraîl ber bi hilbijartinên nû ve diçe û berjewendiyên serokwezîr Benjamin Netanyahu di zêdekirina dijberên xwe de tune ye.

(cx)