SOHR: Hêzên hikumeta Şamê careke din gundewarê Idlibê topbaran kir

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê li gel firîna balafirên keşfê li asîmana Idlibê, careke din gundewarê başûrê Idlibê topbaran kir.

SOHR: Hêzên hikumeta Şamê careke din gundewarê Idlibê topbaran kir
10 kanûn, 2020   10:58
 NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR`ê bi bîr xist ku hêzên hikumeta Şamê eniyên “herêma bêçek” topbaran kir.

Li gorî SOHR`ê hêzên hikumeta Şamê piştî nîvê şeva çarşemê û sibeha pêncşemê li gel firîna balafirên keşfê li asîmana Idlibê, bi zanabûn herêmên Fitîre, Sifuhin, Helûbî, Filêfil, Bînîn li başûrê Idlibê bi moşekan topbaran kirin.

Derbarê heman mijarê de hêzên artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn karwanekî nû ber bi axa Sûriyê ve şand.

 (şx)