Yewnanistan: Bêyî zextê Tirkiye dev ji kiryarên xwe bernade

Beriya destpêkirina civîna YE`yê, Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis bang li YE`yê kir ku zextê li Tirkiyê bike û diyar kir ku bêyî zextê ne pêkane ku Tirkiye dev ji kiryarên xwe li herêmê berde.

Yewnanistan: Bêyî zextê Tirkiye dev ji kiryarên xwe bernade
10 kanûn, 2020   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

 Serokwezîrê Yewnanistanê ku bi rêya dîmen beşdarî civîna rêveberiya Partiya Gel a Ewropayê bûbû, bal kişanda ser hewldanên welatê wî yên pêkanîna diyalogê û normalîzekirina têkiliyên bi Tirkiyê re.

Mitsotakis wiha got: “ Bêyî zextê em bawer nakin ku Tirkiyê dev ji kiryarên xwe berde.”

Rayedarên YE`yê dê di civîna xwe ya îro de ferzkirina cezayan li dijî kesayet û şîrketên tirkî ku bi karê lêgerîna li gazê li rojhilatê Deryaya Spî radibin, nîqaş bike.

(cx)