MSD: Em ê diyaloga Sûrî-Sûrî bidomînin

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) îro li Helebê bi boneya salvgera 5`an a damezirandinê civînek li dar xist. Beşdarên civînê pêwîstiya xurtkirina diyaloga Sûrî-Sûrî ji bo avakirina Sûriyeyeke azad û demokratîk piştrast kir.

MSD: Em ê diyaloga Sûrî-Sûrî bidomînin
MSD: Em ê diyaloga Sûrî-Sûrî bidomînin
MSD: Em ê diyaloga Sûrî-Sûrî bidomînin
9 kanûn, 2020   14:00
 HELEB

Bi boneya salvegera 5`an a damezirandina Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) şaxê meclisê yê li Helebê, civînek li dar xist. Bi dehan nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tev li civînê bûn. Civîn li hola civînan a li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûd li dar ket.

Di civînê de endamê Meclisa Serokatiyê ya MSD`ê Mirî Şiblî axivî û behsa rewşa Sûriyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve heta îro û sedemên avakirina MSD`ê kir.

Şiblî diyar kir ku MSD ji bo tevahiya pêkhateyên Sûriyê sîwana siyasî ye. Têkildarî armancên meclisê jî Şiblî got: “Meclis ji bo komkirina gelê Sûriyê, vegerandina baweriyê, avakirina sazûmaniyeke birêxistinkirî ya rast ji bo xilaskirina Sûriyê û pêkanîna hêviyên gelê Sûriyê hate avakirin. Lê armanca sereke parastina axa Sûriyê, tunekirina çeteyan û derxistina wan ji tevahiya Bakurê û Rojhilatê Sûriyê ye.”

Şiblî di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku meclisê ji dema avakirinê ve, ji bo pêşkêşkirina nêrînekê ku diyalog û ji nû ve avakirina Sûriyê bi rêya têkoşîneke demokratîk ji bo azadiyê esas digire, gelek panel û komxebat li dar xistin û li Ewropayê gelek werşeyên kar bi kesayetên serbixwe re organîze kirin.

Şiblî di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û azad li ser bingeha pirrengiya civakî ya tevna Sûriyê, edalet û wekheviyê divê diyalgoa Sûrî-Sûrî bidome û got: “Azadiya jinan bingeha tevahiya azadiyan e.”

(şx)

ANHA