KJK: Wê tecawizkar hesap bidin

Koordînasyona KJK’ê da zanîn ku ne bi tenê hêzên dewletê, kesên bi hevkarî, sîxurtî û piştgiriyê zemîna tecawizê xurt dikin, wê ne li derveyî bê hesappirsînê bin.

KJK: Wê tecawizkar hesap bidin
9 kanûn, 2020   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona KJK’ê der barê tecawiza li Kercewsê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniya nivîskî ya KJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Serweriya mêran îro bi modernîteya kapîtalîst re bûye pergal û gihiştiye asta herî jor. Şîdet û tecawiza li ser jinan bi her awayî zêde dikin. Ev şîdet û tecawiz di her kêliyeke jiyanê de zêde bûye.

Dewleta Tirk bi van planên tecawizê re ji bo têkbirina vîna jinên azad û têkoşîna wê bi hovane êriş dike. Bi vî awayî dewleta Tirk qirkirina bi sed salan ya li dijî jin û gelê Kurd zêdetir dike. Lê bi saya bîra azadiyê ya ku gel û jin gihiştiye, wê ev desthilatdarî nikaribin bi ser bikevin.

Erdoganê tecawizkar û rastiya Soysûz, xwe di tecawizkirina jineke li Kercewsê şênber dike.  Em vê êrişa faşîst û qirêj şermezar dikin û diyar dikin ku ev polîtîkayeke şerê taybet e û li ser jin û gelê Kurd tê ferzkirin. Bi vî awayî dixwazin gelê Kurd teslîm bigirin, nirxên têkoşîna çil salan biqedînin. Êrişên li ser jinê êrişên li ser pêşengtiya jinê ye. Polîtîkaya tecawizê  ya ku li Kurdsitanê ji aliyê hêzên çete yên dewletê tê pêkanîn, dixwaze gelê Kurd bê nirx bike û bê parastin bihêle.  Tecawiza li Kurdistanê ne rewşeke şexsî ye, polîtîkayeke dewletê ya sîstematîk e.

Wekî ku Rêber Apo jî diyar dike, jin ax, welat û jiyan e. Nirxên têkoşîna me ya çil salan û asta bîrbûnê îfadeya herî şênber a vî tiştî ye. Polîtîkaya tecawizê ya çeteyên Erdogan û Bahçelî vê rastiyê dikin hedef.  Tecawiza li Kercewsê di heman demê de tecawiza li azadî, welat, rûmet, jiyan û civakê hatiye kirin. Kesên vê êrişa qirêj dikin, di nav vê armancê de ne.

Raya giştî ya cîhanê qet bertek nîşanî vê sûcê mirovayetiyê nedaye û ev jî hevkariya wan diyar dike.  Jinên Kurd di serî de, gelê Kurd divê ji van êrişan re bibêje êdî bes e û tecawizê qebûl neke. Bi pêşengiya Rêber Apo li ser vê axê jinbûn, bîrbûn û pênaseyek bi dest xistiye û bûye hêza sereke ya gelekî ku nasnameya xwe winda kiriye. Ev rastî li dijî rastiya dewleta mêrserwer a 5 hezar salan û li ser navê mirovayetiyê hatiye bidestxistin.

Dewleta çete ya Erdogan û Bahçelî dema ku van polîtîkayan pêk tîne, xwe dispêre kesên pûç ên di nav vê civakê de û wan dikin amûra şerê qirêj. Ev kes bêrûmetiyeke mezin dikin. Heke ne ji piştgiriya van hevkar û cerdevanan ve bûya, çeteyên Erdogan û Bahçelî wisa nikaribin êrişan bikin. Tevî van hêzan vê dewleta çete jî berpirsê van tecawizan e û divê hesabê vî tiştî bidin.

Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê ji bo têkbirina rastiya dewlet-mêr û hesappirsîna ji tecawizkarên hevkar bi biryar e. Ne bi tenê hêzên dewletê, kesên bi hevkarî, sîxurtî û piştgiriyê zemîna tecawizê xurt dikin, wê ne li derveyî bê hesappirsînê bin. Îradeya jinên azad wê li hemberî çand û kirina tecawizê tê bikoşe.

Li ser vî esasî bi pêşengiya KJK’ê me pêngava ‘Li dijî qirkirina li ser jinan, dem dema parastina jin û civaka azad e’ daye destpêkirin, bi tevlêbûna jinan a xurt divê desthilatdariya çete, dewlet û mêran were têkbirin. Çi kesên ku li dijî van êrişên tecawizê dengê xwe nakin jî berpirsê vî tiştî ne. Em bang li hemû kesan dikin ku em di van têkoşînan de bibin yek.”