Dîmenên têkbirina hewldana çeteyan li gundê Um El-Kêf

ANHA’yê bersiva şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û Meclisa Leşkerî ya Suryanî ya li ser hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirkirina gundê Um El-Kêf şopand.

Dîmenên têkbirina hewldana çeteyan li gundê Um El-Kêf
9 kanûn, 2020   13:54
HESEKÊ

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi navê “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û Meclisa Leşkerî ya Suryanî hewldana dagirkirina gundê Um El-Kêf (5 km li rojavayê navçeya Til Temirê) têk bir.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku çeteyan saet di 12:00`an de ji aliyê gundên Qasimiyê, Reşîdiyê û mezreyên nêzî depoyan ve hewl da depoyên gundê Um El-Kêf dagir bikin.

Hêzên leşkerî yên li gund bi cih bûne, hewldana çeteyan têk bir û di navbera wan û çeteyan de şerên demkî rû dan. Her wiha di şer de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Ji ber bersivdayîna şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û Meclisa Leşkerî ya Suryanî, çete neçar man ku ji herêmê birevin.

(cx)