Piştî têkbirina hewldana dagirkirinê çete gundê Um El-Kêf topbaran dikin

Piştî têkbirina hewldana wan li gundê Um El-Kêf, çeteyên dewleta Tirk a dagirker gundê navborî topbaran dikin.

Piştî têkbirina hewldana dagirkirinê çete gundê Um El-Kêf topbaran dikin
9 kanûn, 2020   13:37
HESEKÊ

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di saetên nîvro de hewl dan gundê Um El-Kêf ê rojavayê navçeya Til Temirê dagir bikin, lê belê şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û Meclisa Leşkerî ya Suryanî hewldana çeteyan têk birin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê dane, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de ji gundên Qasimiyê û Reşîdiyê ve gundê Um El-Kêf bi çekên giran topbaran dike.

Topbarana li ser gund heta kêliya amadekirina vê nûçeyê dewam dikir.

(cx)

ANHA