Li Efrînê 2 jinên revandî bi berdêla pereyan hatin berdan

Çeteyên El-Hemze yên dewleta Tirk a dagirker 2 jinên ku beriya 2 sal û nîvan revandibûn û îşkence lê kiribû, bi berdêla pereyan berdan.

Li Efrînê 2 jinên revandî bi berdêla pereyan hatin berdan
9 kanûn, 2020   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûxmî ku duh her du jin hatine berdan jî lê heta niha bavê wan li gel çeteyan girtî ye. Jinên ku hatine berdan Loncîn Ebdo(25) û xwişka wê Rojîn Ebdo (18), tevî bavê wan Mihemed di 21'ê Hezîrana sala 2018'an de hatibûn revandin.

Li gorî çavkaniyan, her du jin li gel koma jinên ku ji hêla koma El-Hemze ve hatibûn revandin  û biribûn girtîgeha Marartê ya nêzî navenda Efrînê.

(dm)

ANHA