Komîteya Aboriyê 13 pompên avdanê yên nû li Dêrazorê danîn

Bi armanca destekdayîna beşa çandiniyê li Dêrazorê, Komîteya Aboriyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê îro 13 pompên avdanê yên nû li gundên rojhilatê Dêrazorê danîn.

Komîteya Aboriyê 13 pompên avdanê yên nû li Dêrazorê danîn
Komîteya Aboriyê 13 pompên avdanê yên nû li Dêrazorê danîn
Komîteya Aboriyê 13 pompên avdanê yên nû li Dêrazorê danîn
9 kanûn, 2020   13:33
DÊRAZOR

Piştî pêşxistina rewşa çandiniyê li Dêrazorê, ev pompên nû yên avdanê hatin peydakirin. 13 pompên nû dê wiha belav bibin:

6 pomp li gundên Hewame û Ebû El-Hesen û Xeranîc û 7 pomp dê li gundên El-Şefa, Medan û El-Rarwaye werin belavkirin.

Gerînendetiya Çandiniyê hewl dide ku hejmara pompên avdanê li gundewarên rojhilat dîsa zêde bike û tê plankirin ku ew ê serê sala bê li komeleyên çandiniyê werin belavkirin.

Hejmara pompên avdanê li gundên rojhilat ên li Dêrazorê berê gihaştibû 24 pompan.

(dm)

ANHA