Koalîsyona Erebî balafireke bêpîlot a bombebarkirî xiste xwarê

Berdevkê Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî li Yemenê, Tirkî El-Malikî ragihand ku koalîsyonê balafireke bêpîlot a bombebarkirî ya ku koma Ensarullah ber bi Erebistana Siûdî ve avêtibû, bê bandor kiriye.

Koalîsyona Erebî balafireke bêpîlot a bombebarkirî xiste xwarê
9 kanûn, 2020   09:30
 NAVENDA NÛÇEYAN

El-Malikî got: “Hêzên koalîsyonê balafireke bêmirov a bombebarkirî ku Hûsiyan bi zanabûn avêtibû jîngehên li herêma başûrê Erebistana Siûdî, bê bandor kir.”

Hûsiyan tu daxuyanî girêdayî vê bûyerê neda.

Koma Ensarullah, Koalîsyona Erebî bi binpêkirina agirbesta navneteweyî ya ku di 15`ê Kanûna 2018`an de li parêzgeha Hudeyda ya li rojavayê Yemenê hatiye pêkanîn, tawanbar dike.

 (şx)