Îsrafîl Mistefa: Nehêlin dewleta Tirk zeyta Efrînê bidize û bifiroşe welatên rojavayî

Cîgirê hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Îsrafîl Mistefa bang li rêxistinên hiqûqî û mirovahî kir ku destwerdanê bikin da ku dewleta Tirk zeyta Efrînê bi qaçaxî derbasî welatên Rojava neke. Mistefa piştrast kir ku ev kiryar li hemberî gelê Efrînê sûc in.

Îsrafîl Mistefa: Nehêlin dewleta Tirk zeyta Efrînê bidize û bifiroşe welatên rojavayî
9 kanûn, 2020   08:59
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn- Sûriyê diyar kir ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê zeyta gelê Efrînê didizin û bi rêya bazirganên Tirk zeytê li Efrînê kom dikin da ku bibin Tirkiyê û piştre jî zeytê derbasî dewletên Ewropa û Amerîkayê bikin.

Rêxistinê piştrast kir ku 90 hezar ton zeyta zeytûnê ya Efrînê bi rêya nûnerên Odeya Bazirganî û Çandiniyê ya Antakyayê ji DYA`yê re tê firotin.

Cîgirê hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Efrînê Îsrafîl Mistefa têkildarî mijarê got:" Tişta ku dewleta Tirk dike, ne sûcekî nû ye. Desteserkirina zeyta zeytûnan a gelê Efrînê sûcê li dijî mirovahiyê ye, ev yek jî wek dizîn û talankirina zeytê tê hesibandin, ji ber ku bêyî razîbûna gel çêdibe."

/kr/uploads/files/2020/12/09/090053_071622_asrafyl-mstfa.webp

Mistefa wiha domand: "Dewleta Tirk van kiryarên xwe li ber çavê cîhanê û civaka mirovî û navneteweyî dike. Kirîna vê zeytê ji hêla welatên rojavayî yan civakên biyanî ve wekî kirîna berhemên diziyê tê hesibandin û li gorî qanûnên navneteweyî kesên ku tiştê diziyê bikire, tên cezakirin."

Her wiha Mistefa bang li hemû rêxistinên hiqûqî û mirovahî û Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku destwerdanê bikin da ku binpêkirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî gelê Efrînê rawestîne.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KmR9K-XsNQ8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>