​​​​​​​Piştî êrişên dijwar, rewş li Eyn Îsayê aram e

Artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê ji beriya salekê ve rojane êrişî navçeya Eyn Îsayê dikin. Ev êriş di nava bêdengiya Rûsyayê de pêk tê, ku garantora agirbestê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

​​​​​​​Piştî êrişên dijwar, rewş li Eyn Îsayê aram e
9 kanûn, 2020   04:09
EYN ÎSA-ZANA SEYDÎ

Di herdu hefteyên dawî de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser navçeya Eyn Îsayê zêde kirin û car caran navenda navçeyê dikirin armanc.

HÛRGILIYÊN ÊRIŞAN

Di 23'yê Mijdara derbasbûyî de, artêşa Tirk a dagirker amadekariyên dagirkirina gundên Mielek û Seydayê kir. Di saetên 23:50'î de derdora navçeyê dan ber topan. Bi vê yekê plana belavbûna hêzên xwe li ser rêya navdewletî û navçeya ji aliyê bakur û rojava ve hatine dorpêçkirin danîn.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derengî şevê ji derdora navçeyê vekişiyan û bi dehan çete gihîştin gundê Mielek û kampa Eyn Îsayê.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bi dehan çete li gundê Mielek dorpêç kirin, li ser vê yekê şer di navbera şervanan û çeteyan de derket û bê navber 9 saetan dewam kir. Tirkiyê çekên giran bi kar anîn û dorpêça li ser çeteyan rakir. Di şer de 18 çete hatin kuştin di nav de emîrê çeteyên DAIŞ'ê yên berê yê Reqayê Îsmaîl Îdo hebû.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Girê Spî li gorî peymana bi sponseriya Rûsyayê re rê da dagirkeriya Tirk da ku cenazeyên çeteyên xwe ji gundê Mielek û kampa Eyn Îsayê rakin.

PIŞTÎ BINKEFTINA LI GUNDÊ MIELEK, ÊRIŞ GIRAN KIRIN

Artêşa Tirk a dagirker bi sedan top û obusan derdora navçeya Eyn Îsayê û bakurê wê topbaran kirin. Di encamê de 4 sivîl şehîd bûn û 14 jî birîndar bûn.

Li hemberî van êrişan, bi sedan şênî li pêşiya baregeha herî mezin a Rûsya ya li navçeyê xwepêşandan li dar xist û helwesta Rûsyayê ya bêdeng a li dijî sûcên dewleta Tirk şermezar kir.

LI NÊZÎ RÊYA NAVDEWLETÎ BAREGEHA LEŞKERÎ YA TIRKIYÊ

20'ê Mijdarê, artêşa Tirk a dagirker baregeheke leşkerî nêzî gundê Seyda yê 2 km dikeve bakurê navçeyê ava kir. Li nîvê bircên çavdêriyê danîn û li jora birc kamera dabîn kirin.

Di 3 hefteyên borî de ji vê baregehê bi sedan top avêtin derdora navenda navçeyê û gundên sivîlan ên li ser rêya navdewletî.

CIVAKA NAVNETEWEYÎ SOZÊN XWE YÊN MIROVÎ BI CIH NAYNE

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef destnîşan kir ku Tirkiyê ji bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên ku li Sûriyê pêk tîne, digire. Xelef anî ziman ku ew ê di çarçoveya mafên parastina rewa de parastina herêmên xwe bikin.

Xelef got: "Meclisên leşkerî yên di bin banê QSD'ê de li şûna tevahî cîhanê li dijî terorê şer kir, lê civaka navneteweyî sozên xwe yên mirovî yên li hemberî navçeyê bi cih nayne, ev dever bibû bingeha hevbendiya Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Sûriya Demokratîk di rûxandina paytexta terora cîhanê ya DAIŞ li Reqayê de."

Riyad Xelef da zanîn ku hikumeta Rûsyaya federal rola xwe wekî garantora agirbestê li herêmên di navbera QSD û artêşa Tirk a dagirker de bi cih nayne.

ANHA