QSD’ê, Rûsya û hikumeta Şamê hin lihevkirin li ser Eyn Îsayê kirin

Li gorî çavkaniyên ji Eyn Îsayê hin agahî bi dest ketin ku QSD’ê, Rûsya û hikumeta Şamê li hev kir ku 3 nuqteyên çavdêriyê yên hevbeş li Eyn Îsayê ava bikin. Da ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rawestînin û çavdêriya agirbestê bikin.

QSD’ê, Rûsya û hikumeta Şamê hin lihevkirin li ser Eyn Îsayê kirin
8 kanûn, 2020   18:19
EYN ÎSA

Li gorî heman çavkanî, piştî civîna dawî ya di navbera fermandarên QSD’ê, serbazên ji rûs û hikumeta Şamê li baregeha Rûsya ya li Eyn Îsayê lihevkirinek çêbû. Di lihevkirinê de divê 3 nuqteyên çavdêriyê yên hevbeş li derdor û hundirê Eyn Îsayê bên avakirin. Da ku wê biparêzin û çavdêriyê li agirbest û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bikin.

Lê heta niha tu daxuyaniyeke fermî ji QSD’ê der barê mijarê de nehatiye dayîn.

(fr)

ANHA