Dayikên şehîdan: Heke PDK dev ji siyasetên li dijî kurdan bernede, dê dora wê jî were

Dayikên şehîdan mixabîniya xwe ji siyasetên PDK’ê re eşkere kirin û got: "Heke PDK siyasetên xwe yên dijberiyê neguhere, bila bizane ku dora wê jî tê û dijmin wê tesfiye bike. Divê PDK rêzê ji nirxên şehîdan re bigire."

Dayikên şehîdan: Heke PDK dev ji siyasetên li dijî kurdan bernede, dê dora wê jî were
9 kanûn, 2020   02:37
KOBANÊ

PDK’ê siyasetên xwe yên dijberiyê li dijî gelê Kurd ji bo xizmetkirina dewleta Tirk a bi armanca pêkanîna şerê birakujî û derbekirina doza Kurd, berdewam dike.

Girêdayî mijarê, dayikên şehîdan ên Kobanê siyaseta PDK’ê şermezar kir.

Dayika şehîd Fîras Ardal, Newroz Neisan dijminatiya ji Kurd re şermezar kir û wiha got: "Divê PDK’ê mîna vê neke, lê belê dive piştevan be, parastina nirxên şehîdan bike û bi dewleta Tirk re ku gelek komkujî li dijî gelê me yê li parçeyên Kurdistanê pêk anîne, hevkariyê neke.

Newroz Neisan li dawiyê bang li aliyên Kurd kir ku li hember dijmin bi yek bin ne pê re bigirin û wiha da zanîn: "Yekitî hêz e, heke em nebin yek em ê têk biçin."

 ‘DIVÊ RÊZ JI NIRXÊN ŞEHÎDAN RE BÊ GIRTIN’

Li aliyekî din jî dayika şehîd Zagros Kobanê yê şervanê YPG’ê, Emîre Elî Daban wiha diyar kir: "Me di oxira doza Kurd û Kurdistanê de gelek şehîd dan, ji lew re divê li hember vê yekê rêz bê girtin û nehêlin şerê birakujiyê çêbe."

Emîre Elî Daban bang li PDK’ê kir ku siyaseta xwe biguhere û wiha pê de çû: "Em Kurd, bira ne, tu ferq di navbera me de tune ye. Divê PDK’ê siyaseta dijminahî biguhere. Heke li gel îxanet kir, divê bizane ku dora wê jî tê û dijmin wê jî tesfiye bike."

Li aliyekî din jî dayika şehîdê Dilgeş Kobanê yê şervanê QSD’ê, Zelîxe Ehmed wiha bi lêv kir: "Em tevahî Kurd in, ziman û xwîna me yek e. Lê belê Çima dijminahiya bira ji birayê xwe yê Kurd re?"

Zelîxe Ehmed piştrast kir ku ew dayikên şehîdan li dijî şerê birakujiyê ne û bang li pêkanîna yekitiyê kir.

Di dawiyê de Zelîxe Ehmed wiha got: "Çima dewleta Tirk êrişî me dike? Berê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin, ji lew re ji me tê xwestinên bi yek bin, da ku dijmin têk bibin û herêmên xwe rizgar bikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="316" src="https://www.youtube.com/embed/6jJnVhK1BWg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>