El-Mismarî: Em bi Tirkiyeyê re di şerekî rastîn de ne

Berdevkê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mîsmarî piştrast kir ku welatê wî di rewşeke şerê rasteqîn a şerê bi dewleta Tirk re ye. Ji ber Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan şer gur kir.

El-Mismarî: Em bi Tirkiyeyê re di şerekî rastîn de ne
8 kanûn, 2020   19:33
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Mîsmarî ji Sky News a Arebiyê re wiha destnîşan kir: "Keştiya dewleta Tirk a duh ku artêşa nîştimanî ya Lîbyayê li hember sekiniye, derbasî herêma leşkerî ya qedexe bû."

El-Mîsmarî wiha domand: "Ji 2016’an ve me qedexe kir ku heta keştiyên masîvanan ên Lîbyayê jî derbasî herêma leşkerî ya Lîbyayê bibin. Lê belê em der barê derbasbûna keştiya Tirkiyê ji vê herêmê re şoq man. Ji ber derbasbûna keştiyê bêyî koordîna yan jî agahdarkirina parêzvanên peravên Lîbyayê, pêk hat. Me agahî ji keştiyê re şand, lê belê tu bersiv nedan."

El-Mîsmarî diyar kir ku keştiyê ala Jamaica hildabû, ew jî şantajkirina dewleta Tirk, ligel agirbesta ji çenda hefteyan ve li welat e.

El-Mîsmarî wiha bi lêv kir: "Ji ber keştiya Tirkiyê derbasî herêma qedexe bû, hate desteserkirin, heta çek an jî madeyên qedexekirî hilnegirtin."

El-Mîsmarî destnîşan kir ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan rojekê jî veguhastina çekan ji Lîbyayê re ranawestandiye û welatê wî di rewşeke şerê rasteqîn bi dewleta Tirk re ye.

El-Mîsmarî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em û dewleta Tirk di rewşeke şer de ne. Em li ser erdê li hember hev in û şer nasekinîn. Lê belê me agirbest ji bo rêzgirtina li hember hewldanên navneteweyî xwestekên lîbyayî ya agirbestê, rawestand. Lê belê tişta tê dîtin jî berovajî wê ye. Ji ber Erdogan rojekê jî şandina çekan ji Lîbyayê re ranawestandiye."

(fr)