Nivîsgeha Parastina Zarokan a Hesekê 3 zarok li malbatên wan vegerandin

Nivîsgeha Parastina Zarokan di Şeran de ya kantona Hesekê, 3 zarok radestî malbatên wan kirin.

Nivîsgeha Parastina Zarokan a Hesekê 3 zarok li malbatên wan vegerandin
8 kanûn, 2020   13:29
HESEKÊ

Îro ‘Nivîsgeha Parastina Zarokan di Şeran de’ ya kantona Hesekê li gorî lihevkirinên ku bi aliyên navneteweyî re hatine îmzekirin, 3 zarok radestî malbatên wan kirin.

Nivîsgeh aliyê fermî yê berpirsê parastina zarokan li herêmên Rêveberiya Xweser e. Her wiha armanc dike, tevahiya bernameyên girêdayî zarokatiyê pêk bîne, zarokan li gorî pîvanên navneteweyî û li gorî rewşa herêmê biparêze.

Li gorî wan pîvanan QSD`ê îro 3 zarok radestî nivîsgehê û nivîsgehê jî zarok radestî malbatên wan kirin. 3 zarokên ku hatin radestkirin wiha ne: Izidîn Ehmed El-Selah (16), Mihemed Bekir (15) û Nîdal Salim Silêman (15).

Hevserokatiya Nivîsgeha Parastina Zarokan a Meclisa Kantona Hesekê Xalid Cebir û Merwa El-Abdullah û ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Hogir Cûdî û malbatên zarokan tev li merasîma radestkirinê bûn.

Xalid Cebir got: “Em li gorî pîvanên navneteweyî kar dikin. Li gorî wê em bi QSD`ê re xebitîn û zarok vegerandin malbatên wan.”

Hogir Cûdî jî destnîşan kir ku li gorî lihevkirinên di navbera QSD û Neteweyên Yekbûyî (NY) de zarok ji malbatên wan re hatin vegerandin û wiha domand: “Em bi awayekî fermî zarokan radestî nivîsgehê dikin û nivîsgeh jî wan radestî malbatan dike.”

Dayika Izidîn El-Sela Meryem Ehmed El-Ibêd spasiya nivîsgehê û QSD`ê kir ji ber ku zarok vegerandin malbatên wan.

Nivîsgeha Parastina Zarokan di Şeran de ya kantona Hesekê heta îro 7 zarok li malbatên wan vegerandine.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/tZgj7ibm3Hw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>