2 senatorên Komarparêz: Tirkiyê xwe nêzî Rûsyayê kir berdêla vê heye

Her du senatorên Kamarparêz Lindsay Graham û James Lancford dewleta Tirk hişyar kir û got ew ê bedela devberdana ji hevalbendiya bi Washingtonê re û guhartina bi hevalbendiyekê bi Moskovê re bide. Her wiha her duyan piştrast kir ku berpirsên dewleta Tirk rê li pêş ferzkirina cezayan li dijî wê vekir.

2 senatorên Komarparêz: Tirkiyê xwe nêzî Rûsyayê kir berdêla vê heye
7 kanûn, 2020   20:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Lindsay Graham û James Lancford di gotareke bi sernava "bedeldayîna lihevkirina tirkî-rûsî" de ya ku rojnameya Journal Street a amerîkî belav kiriye de wiha got: "Gelê Tirkiyê dostê gelê Amerîkayê ye. Lê belê berpirsên dewleta Tirk rê li pêş ferzkirina cezayên li dijî wê vekir."

Lindsay Graham û James Lancford wiha domand: "Dê dewleta Tirk bedelê devberdana wê ya hevalbendiya bi DYA’yê re û guhartina bi hevalbendiya bi Rûsyayê re, bide."

Lindsay Graham û James Lancford wiha bi lêv kir: "Ji 1952’an de, dewleta Tirk hevalbendê DYA’yê ye. Cihê balafirgeha Incirlîk a li Tirkiyê ji bo terorê pir girîng e. Dewleta Tirk alîkariya bi hezaran sûriyê niştecihbûn xwestine kir. Tirkiyê civakeke ji salan ve ji bo tevahî olan vekiriye. Dewleta Tirk li dijî dijminahiya Rûsyayê sekinî. Lê niha rêya xwe guhart."

Her du senatorên Komarparêz wiha axivî: "DYA’yê li ser firotina 100 balafirên F-35 ji dewleta Tirk re erê kir. Li aliyekî din jî erê kir ku şîrketên Tirkiyê di çêkirina parçeyên balafiran de bixebitin. Bi wê re jî Enqere beriya 3 salan biryar da ku moşekên S-400 ên Rûsyayê yên li dijî balafirên F-35 bikire. Li aliyekî din jî ne pêkan e şêwirmendên rûs li nêzî balafirên F-35 û pergala radarê ya S-400’î li nêzî balafirên Amerîkayê bixebitin."

Lindsay Graham û James Lancford wiha destnîşan kir: "Der barê danûstandina dewleta Tirk bi Rûsyayê re, hatiye hişyarkirin. Dê bi wê re jî cezayên tund li dijî wê hebin."

Lindsay Graham û James Lancford piştrast kir ku divê DYA’yê parastina berjewendiyên xwe ji gefên Îran, Rûsya û Korya Bakur bikin û divê dewleta Tirk jî cezayên bi paşxaneya biryarên xwe bizane.

(fr)