Ciwanên şoreşger komploya li djiî Şengalê şermezar kir

Li bajarê Dêrikê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li dijî peymana Bexda- Hewlêr a li ser Şengalê meşek li dar xist.

Ciwanên şoreşger komploya li djiî Şengalê şermezar kir
Ciwanên şoreşger komploya li djiî Şengalê şermezar kir
Ciwanên şoreşger komploya li djiî Şengalê şermezar kir
Ciwanên şoreşger komploya li djiî Şengalê şermezar kir
Ciwanên şoreşger komploya li djiî Şengalê şermezar kir
7 kanûn, 2020   16:35
QAMIŞLO

Bertekên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê zêde dibin.

Li Dêrikê bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo pêştgitiya xelkê Şengalê meşek li dar xist.

Meş ji pêşiya çerxerêya Şehîdan dest pê kir û di nav kolanên sereke yên bajar de dewam kir. Ciwanan alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan hilda bûn û diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengalê berz kirin.

Meş li pêşiya navenda ciwanan a Şehîd Bawer rawestiya û veguherî mîtîngê.

Piştî deqeya rêzgirtin a  bîranîna cangoriyên azadiyê, endama Yekitiya Jinên Ciwan Sozdar Îsa peymana PDK û hikumeta Iraqê ya li dijî îradeya xelkê Şengalê şermezar kir û got: "Ev peyman nîşaneya komployeke nû li djiî xelkê Şengalê ye, nemaze piştî avakirina rêveberiya xweser a Şengalê ku dewleta Tirk û PDK'ê qebûl nakin."

Sozdar Îsa her wiha got:"Şêniyên Şengalê xwe di meclis û rêveberiya xweser de bi rêxistin kirin û Yekîneyên Berxwedana Şengalê, Yekîneyên Jinên Şengalê û Asayîşa Êzidxanê ava kirin da ku Şengal ji gef û komployan biparêze, bi taybet piştî fermana dawî ya çeteyên DAIŞ'ê, ku tê de hêzên Iraq û PDK'ê reviyan û Şengal neparastin."

Mîtîng bi diruşmeyên silavkirnia berxwedana Şengalê û şermezarkirina peymana li dijî wê bi dawî bû.

ANHA