Yewnansitanê careke din banga ferzkirina cezayan li dijî dewleta Tirk kir

Wezîrê Karên Derve yê Yewnansitanê bang li dewletên Ewropayê kir ku cezayan li dijî dewleta Tirk ferz bikin.

Yewnansitanê careke din banga ferzkirina cezayan li dijî dewleta Tirk kir
7 kanûn, 2020   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Cathimrini ya Yewnanistanê, Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias îro banga ferzkirina cezayan li ser dewleta Tirk kir. Nikos Dendias got ku Enqere hişyariyên Meclisa Ewropayê yên meha Cotmehê girêdayî tevgerên wê li rojhilatê Deryayê Spî paşguh dike.

Dendias di civîna wezîrên derve yên Yekitiya Ewropayê (YE) got: “Helwesta Tirkiyê li dijî YE`ê bi giştî provokasyon in.”

Di civîna îro de tu biryar nayên girtin, wê ji lûtkeya serokên YE`yê re ya ku tê payîn pêncşemê li dar keve, were hiştin.

(şx)