Rêveberiya Xweser kon da koçberên Girê Spî

Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî 176 kon ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş kir, wergirt.

Rêveberiya Xweser kon da koçberên Girê Spî
7 kanûn, 2020   13:46
EYN ÎSE

Piştî ku rêxistinên mirovahî bangên koçberan paşguh kirin, Rêveberiya Xweser beşê sêyemîn ji konan ku hejmara wan 176 kon in, da rêveberiya kampa koçberên Girê Spî.

Rêveberiya Xweser beriya demekê jî 154 kon dan û piştre 176 konên din jî dan.

Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî hewl dide beşekî nû di kampê de vebike. Ev beş wê 700 malbat têde bicih bibin.

Têkildarî vê mijarê Hevserokê rêveberiyê kampê Mihemed El-Şêx spasiya Rêveberiya Xweser kir ku daxwazên koçberan pêk anîne, lê rêxistinên mirovahî heta niha bersiv nedane.

El-Şêx diyar kir ku 920 malbatên xwestin li kampê bi cih bibin. El-Şêx destnîşan kir ku nikarin zêdetirî 700 malbatî pêşwaz bikin, ji ber ku erd têrê nake.

Hevserokê rêveberiyê kampê sedema dereng mayîna pêşwazîkirina koçberan bibîr xist û anî ziman ku heta niha projeya kanalîzasyonê bi dawî nebûye.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8HOC8KiAmKk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>