Li Başûr navendên PDK û YNK’ê hatin şewitandin

Di xwepêşanên gel ên li Başûrê Kurdistanê ji ber rewşa xizmetguzarî ya xirab de li Seyîdsadiq navendên PDK’ê û YNK’ê hatin şewitandin. Di xwepêşandanan de jî zarokek birîndar bû.

Li Başûr navendên PDK û YNK’ê hatin şewitandin
7 kanûn, 2020   13:17
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê xwepêşandanên gel ên Başûrê Kurdistanê ku ev hefteyeke di serî de li Silêmanî, Kerkûk, Ranya, Qelediz, Kelar, Seyîdsadiq û gelek navendên din ji ber rewşa xizmetgûzarî ya xirab destpêkiribûn, îro dewam kirin.

Xelkê navçeya Seyîdsadiq dijî nedana mûçe û rewşa xirab ya herêmê daketin qadan. Welatiyan 5 baregehên partiyên siyasî yên PDK, YNK, Yekgirtû û Komeleya Îslamî şewitandin.

Hate ragihandin ku di xwepêşandanan de zarokek bi guleyan birîndar bûye.

Xwepêşander daxwaza asayîkirina rewşa herêmê dikin û dixwazin mûçeyê wan were belavkirin. Xwepêşandan heya van kêliyan jî berdewam e.

https://rojnews.news/wp-content/uploads/2020/12/Facebook.mp4?_=1