Keştiya Tirk careke din rastî êrişê hat

Keştiya şer a dewleta Tirk rastî êrişekê ji hêla keştiya şer a Misirê ve hate.

Keştiya Tirk careke din rastî êrişê hat
7 kanûn, 2020   10:55
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Infogenomon a Yewnanistanê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ji Pasdarên Nîştimanî ya Qubirsê, ragihand ku ev bûyera xeternak dema ku rahênanên leşkerî yên hevbeş “Medusa 2020” di navbera Yewnanistan, Qibris, Misir, Îmarat û Fransayê de duh bi sibê pêk dihatin, rû da.

Li gorî tora OPEN TV a Yewnanistanê, keştiya bi navûdeng “Kemal Reyis” beriya vê jî rastî bûyerekê mîna vê ji hêla hêzên deryayî yên Yewnanistanê hatibû.

Keştiya “Kemal Reyis” ruxmî hişyariyan lê ji aliyê Misirê derbasî herêma rahênan bû.

Keştiya Misirê bi awayekî yekser ber bi keştiya dewleta Tirk ve çû, lê keştiya dewleta Tirk ji herêmê reviya.

 (şx)