Artêşa Lîbyayê li hember keştiyên şerê yên Tirkiyê di amadekariyê de ye

Artêşa Lîbyayê di rewşeke awarte de ye û ragihand ku ji bo bersivdana çi tevgerên dijber wê amadekarî kirine.

Artêşa Lîbyayê li hember keştiyên şerê yên Tirkiyê di amadekariyê de ye
6 kanûn, 2020   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Alarabiya got, 5 keştiyên şer ên dewleta Tirk nêzî Kendava Serte ya  ji bajarê Binxazî heta bi Mesratayê ye bûn. Toreyê daxuyand ku keştî nêzî ava herêmê ya Lîbyayê bûne.

Fermandarê odeya çalakiyên rizgarkirina rojavayê Serteyê, Ehmed Salim Etiyellah Adem peyamek ji tevahî fermandarên yekîneyên girêdayî hêzên artêşa Lîbyayê re şand ku li hember tevahî hêz û tevgeran amadekar bin, her wiha destûrname hatin rawestandin û çûnûhatina erebeyan heta demekê jî hat rawestandin.

Berdevkê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Ehemd El-Mismarî bi twittekê bang li şêniyên li herêmên di bin serweriya hêzên hikumeta Wîfaqê de kir ku agahiyan li ser tevgera çete û tirkan de bidin.

Tevgerên leşkerî yên dewleta Tirk ji demekê ve li Lîbyayê zêde bûne, bi wê re gelek balafirên kargoyê yên dewleta Tirk li baregeha Wetiyê ya rojavayê Lîbyayê barên xwe vala kirin. Li gel wê jî metirsiyên li ser ihtîmala destwerdana dewleta Tirk heye ku bi wê re jî agirbesta her du aliyên dijber bi bin bikeve û kedên navneteweyî ya çareseriya aloziya Lîbyayê asteng bibe.

(fr)