Nikos Dendias: Dewleta Tirk gefan li aramiya Ewropa, Ereb û Kafkasiya dixwe

Wezîrê Karên Derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias got: "Dewleta Tirk gefan li aramiya Ewropa, Ereb û Kafkasiya dixwe, xakên dewletên cîran dagir dike, krîza penaberan bi kar tîne û komên tundraw yên girêdayî xwe li şerê derve bi kar tîne."

Nikos Dendias: Dewleta Tirk gefan li aramiya Ewropa, Ereb û Kafkasiya dixwe
6 kanûn, 2020   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Nikos Dendias wiha got: "Dewleta Tirk çalakiyên leşkerî li dijî xakên biyanî pêk tîne, xakên dewletên cîranê dagir dike, gefên pêkanîna şer û  li aramiya Ewropa, Ereb û Kafkasiya dixwe."

Dendias piştrast kir ku dewleta Tirk li hember mafên serweriyên Ewropa disekine, tundrawan vediguhêze Ewropa û bi rêya tevgerên tundraw destwerdanê li kar û barên dewletên dîtir dike.

Dendias destnîşan kir ku ger şermezarkirin ji bo dûrxistina dewleta Tirk ji nirêxên ewropayê  re pêk neyê, dê  kesên li hundirê civaka Tirkiyê ku alîgiriya nûjenkirin û başbûna têkiliyan bi Ewropayê re dikin, li ser asta herêmê lawaz bibin.

Dendias, Enqere tawanbar ki kir ku  krîza penaberan bi kar tîne û got: " mafên mirovan li ser asta herêmê bin pê dike. Her wiha hewl dide derfetekê ji bo serwerîkirina li herêmê biafirîne, bi wê re dewleta Tirk gefên eşkere li aramiya Ewropa, Rojhilata Navîn, cîhana Ereb û herêma Kafkasiya dixwe."

Li herêma rojhilatê Deryaya Spî du hevalbendên NATO’yê, Yewnanistan û dewleta Tirk, dijberî hev in. Her wiha dewleta Tirk kiryarên vedîtina li ser enerjiyê li herêmeke deryayî ku Yewnanistanê dibêje girêdayî wê ye, pêk tîne.

(fr)