Şêniyên Şedadê ji bo piştgiriya Şengalê meşiyan

Îro şêniyên Şedadê li ser bangawaziya Tevgera Ciwanên Şoreger a Sûriyê li dijî lihevkirina di navbera hikumeta Iraq û Hewlêr de ya li dijî Şengalê meşiyan.

Şêniyên Şedadê ji bo piştgiriya Şengalê meşiyan
Şêniyên Şedadê ji bo piştgiriya Şengalê meşiyan
Şêniyên Şedadê ji bo piştgiriya Şengalê meşiyan
Şêniyên Şedadê ji bo piştgiriya Şengalê meşiyan
6 kanûn, 2020   13:47
 HESEKÊ

Ji bo piştgiriya berxwedana Şengalê îro bi sedan şêniyên navçeya Şedadê li ser bangawaziya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşiyan.

Meş ji Qada Azadî ya li pêşiya meclisa navçeyê destpê kir û li qada Cibse veguherî mitîngê.

Di mitîngê de bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Selwa El-Ferec axivî û destnîşan kir ku gelên Rojhilata Navîn di gelek şeran re derbas bûne, nexasim gelên Sûriyê û Iraqê û wiha domand: "Ji ber wan şeran gelek azar û zehmetî ji zulma pergalên faşîst mîna Tirkiyê, Baas komên cîhadî mîna DAIŞ`ê kişandin, bi taybet gelê Êzidî."

/kr/uploads/files/2020/12/06/134845_-.webp

Selwa bibîr xist ku sala 2014`an hêzên Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştî ku ji Şengalê revîn, bûn sedem ku bi hezaran şêx û zarok li Şengalê ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve bên kuştin û wiha domand: “Gelê Êzidî ji bo ku karibe xwe biparêze Rêveberiya Xweser û hêza xweparastinê ava kir. Ev jî ne li dijî qanûnên navneteweyî ye. Ji ber ku ji mafê her gelekî ye ku xwe biparêze.”

Selwa da zanîn ku bi armanca şikandina vîna gelê Êzidî û ji bo ku wan bi siyasetên komplogeran bidin qebûlkirin, Tirkiyê, Iraq û PDK`ê lihev kirin.

Selwa di dawiyê de ev tişt got: " Em van gefan şermezar dikin. Em bang li tevahiya rêxistinên mirovî û hêzên demokratîk dikin ku piştgiriya gelê Şengalê bikin."

Di dawiya mitîngê de, şêniyan sloganên piştgiriya şêniyên Şengalê û şermezakririna sûc û lihevkirinên ku digihêjin asta sûcên li dijî mirovahiyê berz kirin.

(şx)

ANHA