Desteya Tenduristiyê: Ji ber qedexeya giştî rêjeya pêketiyên koronayê kêm bû

Hevserokê Desteya Tenduristiyê pêkanîna şêniyan biryarên Şaneya Aloziyê yên têkildarî xweparastina ji vîrusa koronayê bi erênî nirxand û got ji ber qedexeyê rêjeya pêketiyên koronayê kêm bû.

Desteya Tenduristiyê: Ji ber qedexeya giştî rêjeya pêketiyên koronayê kêm bû
6 kanûn, 2020   13:36
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Ji ber bilindbûna hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li herêmê, Şaneya Aloziyê ya Rêveberiya Xweser qedexeya derketina derve ya giştî li Qamişlo, Hesekê, Reqa û, Tebqayê ferz kir. Qedexe îro bi dawî bû lê qedexeya beşî li piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate ferzkirin.

Têkildarî mijarê û encamên qedexeya giştî hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa diyar kir ku encamên ferzkirina qedexeya giştî li bajarên ku hejmara pêketiyên tê de zêde bû, ji tevahiya aliyan ve erênî bû. Rêjeya pêketinê ji rêjeya ji sedî 37 heta rêjeya ji sedî 22 kêm bû. Ciwan Mistefa wiha domand: “Pêkanîna şêniyan biryarên Şaneya Aloziyê, biryarên Desteya Tenduristiyê û pêkanîna Hêzên Ewlekariya Hundirîn erkên xwe di kontrolkirina çûn û hatina şêniyan de bi awayekî balkêş û erênî bandor li rewşa herêmê kirin ku di encamê de rêjeya pêketinê kêm bû.”

Mistefa diyar kir ku ji ber qedexeyê şênî zehmetiyên madî kişandin, ji ber ku karê xwe di qedexeya giştî de rawestî, lê ji aliyê xweparastinê ve, qedexeyê rolek erênî di kêmkirina hejmara pêketiyan de lîst.

Mistefa wiha pê de çû: “Em ê heta demeke dirêj dibe ku di dirêjahiya zivistanê de be qedexeya beşî ferz bikin. Heta em piştrast dibin ku xeteriya vîrusê bi dawî bûye. Lê heke hejmara pêketiyan dîsa zêde bû, em ê neçar bibin ku biryarên din ên nû bigirin.”

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara ferzkirina deqexeya beşî li tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji 6`ê Kanûnê ve destpê dike û di 20`ê mehê de bi dawî dibe, girt.

Mistefa di dawiyê de bang li şêniyan kir ku tedbîrên xweparastinê bigirin û alîkariya Desteya Tendursitiyê bikin da ku xwe ji vîrusa koronayê biparêzin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/el6A66TCFvM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>