li Şengalê çalakiya “Em hemû Asayîş in” di roja 4`an de ye

Çalakiya şengaliyan bi armanca destekdayîna Asayîşa Êzidxanê di roja xwe ya 4’an de dewam dike.

li Şengalê çalakiya “Em hemû Asayîş in” di roja 4`an de ye
6 kanûn, 2020   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên Şengalê di çarçoveya çalakiyên dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armanca piştgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em hemû Asayîş in” hatiye destpêkirin û dê hefteyekê dom bike, di roja xwe ya 4’an de ye.

îro çalakî ji aliyê komên ji Xanesor û Serdeştê ve hate dewir girtin. Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konên çalakiyê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.