Li cîhanê zêdetirî 66 milyon kes bi koronayê ketine

Li cîhanê zêdetirî 66 milyon kes bi vîrusa koronayê (Covid_19) ketine û milyonek û 525 kes jiyana xwe ji dest daye.

Li cîhanê zêdetirî 66 milyon kes bi koronayê ketine
6 kanûn, 2020   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên cîhanî yên li ser marpela Reuters îro hatiye weşandin, ji destpêka belavbûna vîrusa koronayê sala borî de zêdetirî 66 milyon û 117 hezar kes bi koronayê ketine û milyonek û 525 hezar kes mirine.

Li gorî Reuters, DYA'yê welatê herî zêde korona lê belav bûye, piştre di rêjeya duyemîn de Brazil, Hindistan, Rûsya û Italya tê.

Her wiha ji aliyê hejmara kesên bi koronayê mirine Amerîkayê di rêzê yek de ye, piştre Italya, Brazil, Meksîko û Rûsya tê.

(dm)