Karayilan: Dîroka PKK’ê dîroka berxwedana qehremaniyê ye

Mûrat Karayilan salvegera 42`emîn a damezirandina PKK`ê li rêber Abdullah Ocalan, gerîla û her kesê pîroz kir.

Karayilan: Dîroka PKK’ê dîroka berxwedana qehremaniyê ye
6 kanûn, 2020   09:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bi boneya sala 43’an a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji Gerîla Tv re axivî û sersala PKK’ê di serî de li mîmarê PKK’ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên azadiyê, dost û hemû gelê welatparêz pîroz kir.

Di beşê duyemîn ê peyama Karayilan de, îşaret bi van xisûsan tê kirin:

EM ŞER NAXWAZIN, ISRAR BIKIN; WÊ HEVRÊ BERSIVA PÊWÎST BIDIN’

Lê rexmê hewildanên me îleh bixwazin bikin jî elbet wê hevrê bersiva pêwîst bidin. Em ji kesekî re tenezûl nakin. Lê em herkesî hişyar dikin di ev serdema dîrokî de divê ku tevahî gelê me, tevahî siyasetmedarê Kurd hişyar bin, kes nekeve leyîstokê wisa yê dijmin. Lê rexmê van hewildanana hemû destdirêjî li ser qadên me bikin elbet wê bersiva pêwîst jî bê dayin. Di vê çarçoveyê de divê hemû herêm amadebin. Wekî me got ‘em naxwazin ev şer bibe divê em nekevin provokasyonan û li hember provokasyonan hişyar bin. Lê ku rexmê van kiryarana hemû cardin jî dest ji ya xwe bernedin û destdirêjî bikin divê mirov bersiva pêwîst bide. Ji bo ku têkoşîna me cardin pêşveçûna xwe berdewam bike divê em ji her îhtîmalê re amade bin. Ne ku ev cara yekem e, dibe. Berê jî bû. Di salên 90’î de wisa bû, lê bi ser nekeftin. Niha jî bi ser nakevin. Tew gerîla ku xwe di xeta gerîlatiya serdema nû de nûjendî bike ti kes pê nikare. Ev wisa ye. Divê di vê xisûsê de ti kes xwe şaş neke.

Niha dewleta Tirkiyê, şerê taybet bi van rêbazan jî nikare biçe encamê. Vana berê jî hatine tecrûbekirin. Niha jî cardin tiştê berê hatine tecrûbekirin rejîma AKP-MHP’ê dixwazin dîsa tecrûbe bike. Feqet vana encam nagrin.

‘DIJMIN HERÎ ZÊDE LI BER GERÎLA DISEKINE, LÊ ARMANCA WÊ YA ESASÎ ÎMRALÎ YE’

Dijmin herî zêde li ser gerîla disekine û dixwaze encam bigre. Lê li kêleka wê esas noqteya ku dixwaze encam jê bigre Îmrali ye. Ango tecrîda li ser Îmraliyê, êşkenceya psîkolojîk a li ser Îmraliyê naveroka şerê taybet e. Şerê qirkirina Kurd li ser hîmê sîstema Îmraliyê bi rê dikeve. Niha ew sîstema li zindanên Tirkiyê û Kurdistan hemû belav kirine û serwer kirine. Niha li Tirkiyê faşîzm heye, demokrasî nîn e, zilum heye. Eşkerebû ku heya sîstema Îmraliyê ya êşkenceyê hebe li Tirkiyê demokrasî çênabe. Heya, ev sîstema hebe wê şer hebe. Ji bo şer nebe, pêwîste sîstema Îmraliyê ji holê rabe û Rêber Apo azad bibe. Tek rê ev e. Heya ev sîstema êşkenceya li Îmraliyê hebe wê li çiyayê Kurdistan şer hebe, li Tirkiyê jî wê faşîzm hebe. Ji bo vê li Tirkiyê alîgirên demokrasî û azadiyê divê destpêkê li dijî tecrîdê, li dijî sîstema Îmraliyê rawestin. Ji ber ku têkoşîna demokrasî û azadiyê ji wir re derbas dibe. Ji ber ku dijmin sîstema xwe li Îmraliyê li ser vî hîmî daniye û wisa ev şerê qirêj dimeşîne.

Em dizanin dijmin ne li Îmraliyê encam girt, ne jî ew zilma li ser gelê me, li ser siyaseta Kurd û çep û azadîxwazên Tirkiyê meşand encam girt. Ji ber ku zilmê hem li ser siyaseta Kurd a demokratîk û hem jî li ser siyaseta çep a sosyalîst Tirkiyê pir zêde dimeşînin. Niha faşîzm heye û dixwaze civakê bêdeng bike û encam bigre. Lê di vir de neçû encamê. Her roj anket û rapirsî çêdibe wekî temsîla van hêzan HDP her tim rayê xwe hîn bilind dibe. Gelê me xwedan helwest e û sekna Rêber Apo berdewam e. Sekna gerîla cardin berdewam e. Rast e, me bedel daye û em bedel didin. Ev şerekî dîrokî ye, şerê hebûn û tunebûnê ye. Ji bo vê bêguman çi bê xwestin em ê di vê rê de bidin.

‘ŞERÊ GERÎLA DIKE, ŞERÊ AZADÎ Û DEMOKRASÎ YA GELÊ TIRKIYE, HERÊM Û HEBÛNA GELÊ KURD E’

Em dizanin ku ev şerekî dîrokî ye, têkoşîneke pîroz e û ev şer êdî tenê ne ji bo civaka Kurd rol û mîsyona xwe fireh bû ji bo civaka Ereb, Asûrî, Sûriyan, Tirk, Ermen û hemû gelên herêma Rojhilata Navîn şerekî girîng e. Ji ber ku dijmin bi hişmendiya Îttîhad-î Teraqî tevdigere. Rast e, hişmendiya Îttîhad-î Teraqî li ser gelê Kurd xetereke mezin e, lê ji bo gelê Ereb, Asûrî û Suryan jî xeter e. Heta li ser gelê Tirkiyê bixwe jî xeter e. Li ser çîna karker, kedkar û jinan xetereke mezin e. Îro şerê gerîla dike şerê azadî û demokrasiya gelên Tirkiyê û gelên herêmê ye. Şerê hebûna gelê Kurd e. Lê li kêleka wê şerê pêşeroja gelên li herêmê ye. Ji bo vê bêguman berxwedan û şerekî dîrokî ye û bi qasî dîrokî ye ewqasî jî pîroz e.

Di vê rê de partiya me PKK heya niha kedek mezin da, bedelê mezin da, destanên qehremaniyê çêbû û niha gihiştiye qonexeke pir girîng û dijmin lewaz kiriye. Ango êdî hatiye qonaxa ku bi ser bikeve. Ne em tenê herkes niha temenê vê rejîmê nîqaş dike. Ji bo vê yekê salvegera 42’emîn a PKK’ê û sala têkoşînê ya 43’emîn a PKK’ê wê serdemeke girîng be. Ango şerê navber me û qirkeriya Tirkiyê îro gihiştiye qonaxeke pir girîng. Xuyaye di vê çarçoveyê de sala 43’emîn wê ne saleke ji rêzê be. Gumane ku gelek pêşveçûn tê de çêbibin û wisa êdî pêşveçûna azadiya Kurdistan têkoşîna azadî û demokrasiya gelan gihiştiye merheleyeke pir girîng.

PÊNGAVA ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’

Niha di vir de bêguman têkoşîna giştî ya şoreşgerî rola xwe girîng e. Tevgera me li ser vî esasî di 12’ê Îlona 2020’an de pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ birê xist. Ji wê çaxê û vir ve pêngav her diçe berfireh dibe. Bi taybet têkoşîna azadiya Rêber Apo îro di asta cîhanê de belav dibe. Ango êdî daxwaziya azadiya Rêber Apo ne tenê daxwaziya me ye, îro daxwaziya tevgera karkerên Brîtanyayê ye jî. Daxwaziya gelên Latîn Emerîka, Efrîka û Ewropa pêş dikeve. Ev doz êdî dibe dozek cîhanî. Çawa ku Rêber Apo esîreke navdewletî ye, doza azadkirina Rêber Apo îro gihiştiye asteke cîhanî. Têkoşînek dimeşe, xebatek dimeşe. Van xebatana hemû girîng in. Meşandina siyasetê, dîplomasiyê, xebata siyaseta demokratîk li derveyî welat û li hundirê welat îro berfireh di çarçoveya pêngava Dem Dema Azadiyê de bi rêkeftî ye.

‘YÊ ROLA MEZIN BILÎZE GERÎLA YE’

Lê yê ku rola herî girîng bileyîze cardin gerîla ye. Ji bo vê gerîla di roja îro de li ser esasê çarçoveya projeya jinûve avakirin û pêkanîna gerîlatiya di xeta demê de çiqas kûr bibe wê ewqas bikaribe rola xwe bileyîze. Ji ber ku em dizanin roja îro şer li ser hîmê îstixbarat û teknîkê dimeşe. Gerîla çiqasî xwe di rêbazê nû, rêbaza şerê tîm û şerê pisporî ango branşê de û li ser tevgerîna veşartî, dizî pêş bixe û cardin dîsîplînê kûr bike wê ewqasî bikaribe îstixbarata dijmin pûç bike û derbeyê mezin li dijmin bixe. Ji bo vê divê ku em li ser xeta gerîla ya dema nû pir zêde kûr bibin. Li ser rêbazê şerê tîm pir zêde kûr bibin. Ger em çiqasî kûr bibin em ê ewqasî nêzî zaferê bibin.

Îro roleke pir mezin li ser gerîla dikeve. Ji bo ev rolê dîrokî wekî tê xwestin bileyîze divê ku gerîla xwe di xeta gerîlatiya nû de kûr bike. Bêguman li ser hişmendiya Rêber Apo, li ser bîrdoziya Rêber Apo partîbûn esas e. Ger partîbûn pêş nekeve ti tiştek pêş nakeve. Wekî ku berê Rêber Apo gotî: “Li Kurdistanê bêyî partiyê pela darê jî naheje.” Ev her tiştê çêbûye bi partîbûn çêbûye. Partîbûn rêhevalî ye, partîbûn pêşxistina û bilindkirina ruhê milîtanî ye. Divê em bi perwerdeya bîrdozî partîbûnê di xwe de kûr bikin. Ger em çiqasî partîbûnê di xwe de kûr bikin, pîvanê partîbûnê bilind bikin, ruhê rêhevaltiyê geş bikin wekheviyê di nava xwe de xurt bikin, li ser xeta jina azad îradebûna jin hîn zêde xurt bikin wisa têkoşîna bîrdozî û cinsî bilind bikin ewqasî em ê bibin hêzeke pispor û nekeftî.

Rast e, ji bo pisporiyê tenê perwerdeya bîrdozî têr nake. Lê ger ku tu li hemberî şerê taybet bi çek bî, ango xwedan helwest û sekeneke bîrdozî bî tu perwerdeya bîrdozî bimeşînî tu dikarî perwerdeya pisporî jî pêş bixî. Her wiha tu dikarî leşkerîbûnê jî pêş bixî û di taktîkan de jî pêş bikevî. Ango hîmê esasî partîbûn e. Ev 42 sal in, em li ser esasê ruhê partîbûnê li hember ewqas êrîşên dijmin dikarin rawestin. Li hember her şert û mercê zehmet çi li zindanan dibe, çi li serê çiyan dibe milîtanên vê partiyê berxwedanên pir awarte raber kirine. Îradeya ji pola raberkirine. Hêzeke qet û qet nekeftî, nayê şikenandin û paşnakeve derketiye holê. Ev li ser çi çêbûye? Li ser hêza bîrdoziya partiyê û bîrdoziya Rêber Apo çêbûye. Ji bo vê di heqîqeta bîrdoziyê de em çiqas kûr bibin em ê ewqasî bibin hêzeke nekeftî. Ger heval dixwazin xwe xurt bikin divê di bîrdoziyê de xwe kûr bikin. Partîbûna xwe saxlem bikin, ruhê rêhevaltiyê bilind bikin wisa tevlîbûna xwe ya partiyê xurt bikin. Bi vî awayî mirov dibe kesayeteke nekeftî, xurt, bi îrade û însiyatîf. Hişmendiya azadiya jin û mêr di xwe de xurt bikin û pêş bixin. Wisa milîtaniya PKK’ê di nava xwe de geş bikin. Ger em çiqas geş bikin em ê ewqasî bibin hêzek nekeftî.

‘GERÎLAYÊ SERDEMÊ VEŞARIYA XWE KÛR, BI DISIPLÎN Û KAMÛFILAJA XWE ZIRAV E’

Bêguman li kêleka wê perwerdeya branş û perwerdeya leşkerî ya taktîk jî pêwîst e. Divê em di ev serdema dîrokî de di nava xwe de ruhê rêhevaltiyê, ruhê wekheviyê, li ser hîmê azadiya jin hişmendiya wekhevî û azadiyê pêş bixin. Bi vî awayî têkoşîna bîrdozî geş bikin û li ser vî esasî di branşbûnê de, di taktîk û rêbazên leşkerî de kûranî çêbikin. Di projeya jinûve avakirinê de xwe xurt bikin. Xwe bikin milîtanê demê. Gerîlatiya serdemê veşartîbûna xwe kûr û dîsîplîna xwe ya cewherî, kamûflaja xwe zirav e. Divê em bi vî awayî xwe bikin quwetekî nekeftî. Tişta li pêş me ev e. Di sala 43’emîn de ger ku her hevalek di vê çarçoveyê de hewil bide wê çaxê em ê bibin hêzekî di pratîkê de nekeftî û bi her awayî dikare bersiv bide dijmin. Ji ber ku her hevalek di aliyê xwe de xwe zelal bike, kûr bike wê ev bibe xurtbûna hemû quwetê partiyê. Ji ber ku divê her hevalek vê wekî erka xwe bibîne û bike. Ji bo vê di mijara partîbûnê de her hevalek berpirsyar e. Divê her hevalek xwe li hemberî heqîqeta Serokatî, li hember heqîqeta şehîdên qehreman bipîve, di xwe de lêpirsîna hundirîn pêş bixe. Divê di xwe de muhasebe bike ku çiqasî li sozê xwe xwedî derdikeve, yan dernakeve. Divê vana ji xwe pirs bike û li gorî vê nûbûn di xwe de çêbike û li gorî wê tevlîbûna rast pêş bixe. A esasî ev e.

‘GERÎLA ÇIQASÎ PÊŞ VE BIÇE, EWQASÎ PRATÎKEKÎ ENCAMGIR BIXWE RE BÎNE’

Gerîlatiya demê çiqas pêş bikeve wê ewqasî pratîkeke encamgir jî bi xwe re bîne. Niha di vê de me behsa pratîka Heftanîn kir; bêguman kêmaniyên pratîka Heftanîn jî heye divê hevalên li wir şaş negrin dest. Lê di xeta giştî de gerîlayê demê çawa dikare hemberî dijmin rol bileyîze pratîkeke berçav e. Nimûneyek e. Cardin di meha cotmehê de ji 2’ê mehê heta 27’ê mehê li Serhad-Gilîdaxê operasyonek çêbû. Di vê operasyonê de dijmin hemû çekên xwe bikaranî, hemû hêza xwe bikaranî. Dijmin derbe xwar, heval çûn ser cenazeyên dijmin, çek rakirin. Lê di ev 25 rojan de qet yek hevalek difina xwe jî xwîn nebû. Cend caran jî di mesafeyeke nêz de bi bombeyên destan şer çêbû. Ji ber ku di vî demî de çend caran temas û şer çêdibe. Ew jî performansek e. Nexwe em wisa şerê gerîlayê demê rast têxin meriyetê em li hemberî her cure rêbazê dijmin, teknîka dijmin û îstixbarata dijmin dikarin bibin bersiv. Ez nabêjim hêza dijmin heye. Jixwe hêza dijmin nîn e. Hêza dijmin ne wisa hêza şer e. Cardin em dijmin biçûk nebînin. Dema ez vê dibêjim ne ku em dijmin biçûk bibînin. Lê em îstixbarat nedin dijmin, teknîka dijmin li valatiyê bixînin hêza dijmin ne çi hêzeke ku bikaribe li hemberî me bisekine ye.

‘GERÎLAYÊ PKK’Î TI HÊZ NIKARE BIDE SEKINANDIN’

Gerîlayê ku di xwe de PKK’îbûnî pêşxistiye ti hêz nikare li ber bisekine. Yanî em naxwazin pir zêde van xisûsan fireh bibêjin, lê berê di dema xwe de diyar bû. Gerîlayên parîbûnê di xwe de geşkirine rêbaz pêşxistî bi tena xwe bedela 20 kesan e. Ev wisa ye. Tîmek gerîla dikare 100 kesî bide ber xwe, bajo û têk bibe. Ev ne gotin e, di pratîkê de jî ispatbûye. Em dixwazin di gerîla de rêbaz kûr bikin, şêwaz pêş bixin, dewlemendiya taktîkî ava bikin û vê hîn xurt bikin. Lê gerîlatiya profesyonel pêwîste li ser vî esasî ne ku bi xwe zahf bawer bike û ne baldar be. Na, divê xwe biparêze û bizanibe xwe biparêze. Ger yek nizanibe xwe biparêze nikare bibe quweta zaferê. Xweparastin ne meseleya tirs û ne tirs e. Meseleya profesyonelbûnê ye. Tuyê xwe biparêzî û ji dijmin re nekî hedef. Ger pêwîst bike 24 seatan li yek cihî qet neqelike. Wisa tuyê bi tedbîr bî, ger pêwîst bike jî wekî fedayiyek mezin êrîşî dijmin bikî û encam bigrî. Ger ku gerîlayên demê di vê çarçoveyê de kûr bibin û encam bigrin wê bibin gerîlayên zaferê.

‘TOLA ŞEHÎDAN TÊ RAKIRIN’

Wer xuyaye ku sala 43’emîn a PKK’ê ango sala 2021’an di têkoşîna azadiya Kurdistan de û têkoşîna azadiya gelên herêmê de wê saleke ne ji rêzê be. Wê saleke girîng be. Wisa xuyaye. Ji bo vê divê amadekariya me hebe. Tecrûbeyên me çêbûn. Bi taybet ev salên dawî tecrûbeya bi hevalan re çêbû, ne tiştekî ji rêzê ye. Me bedelên giranbuha da, rast e. Lê me mewzî parast û tecrûbeyeke girîng çêbû. Li ser tecrûbeyê derketî holê divê em xeta Rêber Apo di şopdariya şehîdên qehreman de hîn bi pisporî pêş bixin û wisa dilê şehîdan şad bikin. Tola şehîdan wisa tê rakirin. Em di şopdariya wan qehremanan de, di şopdariya Egîd Civyanan, Yilmazan, Alî Pilingan, Çîçekan, Delalan de û tevahî şehîdên demê de yên ku me nav negotine di şopdariya hemûyan de em bimeşin, kûranî çêbikin, destanên qehremaniya wan avakirî ji bo xwe bikin bingeh em ê bibin hêza serkeftinê û zaferê.

‘DÎROKA PKK’Ê DÎROKA BERXWEDANA QEHREMANIYÊ YE’

Divê em ji bîr nekin ku dîroka PKK’ê dîroka berxwedana qehremaniyê ye. Ev bexwedanê qehremaniyê çawa çêbûye. Her hevalek şehîd ketiye berxwedan û ceng hîn bilindbûye. Wisa sînerjiya PKK’ê çêbûye. Ango enerjiya PKK’ê wisa derketiye holê. Dijmin hevalek şehîd dike dibêje qey ‘min zerar daye, valatî çêkiriye û ez ê wisa biçim encamê.’ Halbûkî hevalek şehîd dikeve bi sedan heval li şûna şehîd çêdibin, ruh ava dibe, cesaret peyda dibe, girêdaniya hevaltiya di hundirê PKK’ê de wisa dibe kaniya hêz. Kaniya hêzê hîn zêde geş dibe.

Em bawerin şehîdên me yê sala dawiyê, destpêk ji Kasim Engînan heta şehîdê dawiyê Yilmaz Dêrsiman tevahî şehîdên me wê ji bo me bibin kaniya hêzê. Wisa em ê bikaribin di sala 43’emîn a PKK’ê de hêza şehîdan û bi perspektîfa Rêber Apo hîn zêde xurt bin û hîn zêde meşa azadkirina Kurdistan û meşa azadkirina Rêber Apo de bibin hêza serkeftinê. Bîr û baweriya me ev e. Li ser esasê vê bîr û baweriyê em careke din salvegera partiya me PKK’ê li tevahî hevalan pîroz dikin û di sala 43’emîn de di meşa pîroz a dîrokî de ji bo tevahî hevalan bi dil û can serkeftinê dixwazin û bi navê biryargehê em tevahî hevalan bi hezkirin û bi rêzdarî silav dikin.”