Bi dîmen…Topbarana hovane ya artêşa Tirk a dagirker li dijî Eyn Îsayê

Duh bi şev artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dijwarî derdora bajarokê Eyn Îsayê li ser rêya navneteweyî M4 li Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran kir.

Bi dîmen…Topbarana hovane ya artêşa Tirk a dagirker li dijî Eyn Îsayê
6 kanûn, 2020   07:57
EYN ÎSA-ZANA SEYDÎ

Ji dîmenên ku duh bi şev li Eyn Îsayê hatine girtin, asta topbarana hovane ya artêşa Tirk li dijî bajarok û jîngehên li nêzî rêya M4 xuya dibe.

Saetên di navbera 15:00`an û 23:00`an de zêdetirî 150 top û moşek li herêmê ketin. Artêşa Tirk a dagirker ji ber ku di 23`yê Mijdarê de nikarî bigihêje rêya M4 û gundê Mielek dagir bike, asta topbarana xwe ya li dijî herêmê zêde kir.

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de ya ji 17`ê Mijdarê ve û heta 5`ê vê mehê, 14 sivîl birînda bûn û 4 sivîlên din şehîd bûn di nav de zarok hene.

Tevî ku hêzên Rûsyayê û hikumeta Şamê li Eyn Îsayê hene û qaşo Rûsya garantoya agirbestê ye, lê li hemberî êrişan bêdeng in.

(şx)

ANHA