​​​​​​​Karayilan: Ji bo hebûn û berxwedana gelê kurd PKK bû serdemek nû- HATE NÛKIRIN

Mûrat Karayilan salvegera 42`emîn a damezirandina PKK`ê li rêber Abdullah Ocalan, gerîla û her kesê pîroz kir.

​​​​​​​Karayilan: Ji bo hebûn û berxwedana gelê kurd PKK bû serdemek nû- HATE NÛKIRIN
6 kanûn, 2020   07:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bi boneya sala 43’an a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji Gerîla Tv re axivî û sersala PKK’ê di serî de li mîmarê PKK’ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên azadiyê, dost û hemû gelê welatparêz pîroz kir.

Karayilan di beşê yekê yê peyama xwe de balê dikişîne ser van mijaran:

“Em bi navê tevahî gerîlayên azadiya Kurdistan 42’emîn salvegera partiya me Partiya Karkerên Kurdistan li Rêber Apo pîroz dikin. Silav, rêzdarî û dilsoziya xwe pêşkeş dikin. Em 42’emîn salvegera partiya me li tevahî gelê Kurdistanê, li gelên dost, li rêxistinên dost, li tevahî hevalan, xebatkar û dilsozan pîroz dikin.

‘DILÊ WE ŞAND BE WÊ ALA WE HER BILIND LI BA BE’

Di van rojên salvegera partiyê de em tevahî şehîdan di şexsê hevêr Heqî Karer, Sarayan, Delal Amedan, Atakanan, Alî Pilingan, Çîçekan û şexsê Egîd Civyan û Yilmaz Dêrsıman de bibîr tînin. Li hemberî bîranîna wan bejna xwe ditewînin. Sozê me dayî şehîdan em bi vê wesîleyê cardin dubare dikin. Em dibêjin; “Ey şehîd! Bila dilê we şad be, wê ala we her bilind bibe, bîranîna we wê di meşa azadkirina Rêber Apo û Kurdistan de jiyan bibe.” Em dizanin partiya me Partiya Şehîdan e. Sozê me dayî şehîdan soz û peymana jiyana me ye. Ji bo ku em bi sozê xwe ve girêdayî bin û soza xwe li erdê nedin çi pêwîst be em ê bikin. Li ser vî esasî em salvegera 43’emîn a partiyê pêşwazî dikin.

Hevrêyên Hêja,

Partiya me ne di şert û mercên asayî û normal de avabûye û ne jî wekî partiyeke normal çêbûye. Wekî tê zanebûn welatê me Kurdistan ruxmî ku di herêmê de welatê herî qedîm bû, gelê Kurd miletê herî zêde xwedan çand û dewlemendî bû, lê hat înkarkirin û Kurdistan kirin çar perçe. Li Bakurê Kurdistan di sala 1925’an heta 1940’î qirkirineke fîzîkî û dagirkirina leşkerî temam kirin. Piştî wê heya salên 1970’î qirkirina spî dan destpêkirin. Siyaseta asîmîlasyon û Tirkkirina Kurdan bi gelek şêwazan li ser civaka Kurd meşandin. Planên Şerq Îslahatê, planên di bin navê qanûna Tuncelî, Îskana Mecbûrî û bi cûr be cûr navan li ser civaka Kurd planên şerê taybet meşandin da ku gelê Kurd bê helandin, tê de Tirkbûn pêş bikeve û Kurdîtî ji holê rabe. Van polîtîkayana bi dijwarî meşandin.

‘KURDISTAN Û MÊTINGERIYA KURDISTANÊ’

Li hemberî vê Rêber Apo wek ciwanekî Kurd di dema zaningehê de dixwîne bêdeng namîne. Destpêkê di zanîngehê de mamoste dibêje: “Tirkiye yek milet e, miletê Tirkiyê lê jiyan dike.” Rêber Apo bi şêwazekî ku kes hêvî nake, bi şiklekî eşkere destê xwe radike û dibêje: “Na, Tirkiye ne yek milet e. Li Tirkiyê 2 milet hene. Miletê Kurd heye û Kurdistan heye. Kurdistan hatiye mêtîngerkirin.” Serokatî dibêje, ‘Ez bi 2 hevokan ketim rê.’ Ev hevok ev in: Kurdistan û mêtîngeriya li ser Kurdistan. Bi vî awayî Rêber Apo bi komek biçûk dest bi xebata bîrdozî dike. Kom her diçe berfireh dibe, li Kurdistanê belav dibe û kom tenê xebatê bîrdozî û propaganda dike. Lê dijmin pêdihise ku komek wisa heye. Daîreya şerê taybet, kontrgerîlayê xwe dixe tevgerê li ser vî esasî di 18’ê Gulana 1977’an de Heqî Karer bi komplo şehîd kirin.

‘JI BO BERXWEDANA NETEWÎ PÊWÎST BÛ PARTÎ BÊ AVAKIRIN’

Lê dijmin tenê bi vê nema. Daîreya şerê taybet ket meriyetê. Faşîst tevî MHP, ocaxên Ulkuciyan hemûyan xistin êrîşê. Cardin îstixbarata Tirkiyê bandora xwe ya li ser çepê Tirkiyê bikaranî û ji wana jî hinek kes ketin êrîşê. Piştî wê hinek tevgerên bi navê Kurd tevdigeriyan wan jî li hemberî me xistin êrîşê. Cardin li Kurdistanê kompradorên feodal ên bi dewletê ve girêdayî li dijî gruba Apocî xistin êrîşê. Ango wisa li hember komeke biçûk tenê propaganda dike dijmin hemû hêzên xwe yê eşkere û veşartî xist tevgerê. Di şert û mercên wisa de kongreya komê li Lîce li gundê Fîsê di 27’ê Mijdara 1978’an de civiya. Diviyabû ku biryar bigirta. Li hemberî ev êrîşana pêwîstbû ya biryara hebûna netewe bigre û li berxwe bide û bersiv bide, yan jî gav paş ve biavêje, sist bike ango teslîm bibe. Ev herdu rê li pêş wan hebû. Lê kongreyê biryara berxwedana netewî da. Ji bo ku berxwedana netewî bê birêxistinkirin û rêvebirin pêwîstî hebû ku partî çêbibe. Li ser vî esasî PKK ava bû.

‘JI BO HEBÛN Û BERXWEDANA GELÊ KURD, RAMAN Û FIRKÊ CIVAKÊ PKK BÛ SERDEMEK NÛ’

Ango PKK ji bo pêşî li tunebûna gelê Kurd bigre, ji bo gelê Kurd bike hebûn, ji bo hebûna xwe li berxwe bide, şer bike û şer rêvebibe çêbû. Li hember siyaseta qirkirinê û tunekirinê wekî tevgera hebûn û berxwedanê PKK derket ser dika dîrokê. Damezrandina PKK’ê wisa ava bû. Heman demî PKK ne ku tenê komek însan civiyayî û wisa avabûye. Na, fikir û ramana serdemî, bîrdoziya Rêber Apo pêşxistî ü sosyalîzm wê çawa di şert û mercê Kurdistan de tatbîq bibe, şîroveya Rêber Apo pêşxistî ve xet hat avakirin. Li ser wî xetî PKK ava bûye. Ango PKK partiya xetê ye, partiya serokbûnî ye. Li ser esasê bîrdoziyekê û xeta serdemî ava bûye. Ji bo vê avabûna PKK bi xwe re hem di warê hebûna Kurd a berxwedanê de û hem jî di warê fikir û ramana civaka Kurd de bû serdemek nû. PKK bi vî awayî ew dîroka li Kurdistanê bi seramjêrî diçû rawestand. Jê re got; ‘bisekine’ û êdî dîroka gelê Kurd ket qonaxa bilindbûnê. Wisa serdemeke nû bi xwe re pêşxist.

‘DI KELHA ZILMÊ DE ZILM TÊK ÇÛ, BERXWEDAN BI SER KET’

Ev wisa di hemû deverên kom lê heyî bi pêşxistina rêxistinê û bi pêşxistina xebata bîrdozî û siyasî, perwerdekirina civakê û bi berxwedan pêş ket. Li ser vî esasî bi avabûna PKK’ê re tevgera azadiya Kurdistan ket qonaxeke bilindbûnê. Di serî de li Hîlwan û Sîweregê û li tevahî Kurdistanê têkoşîn pêşket û bilindbû. Dijmin ji vê tirsiya mudaxeleya cuntaya 12’ê îlonê di sala 1980’î de pêk anî da ku careke din siyaseta qirkirinê li Kurdistanê serwer bike. Hinek heval beriya cuntayê esîr ketibûn, lê di wexta cuntayê de jî gelek heval esîr ketin. Dijmin hemû hevalan li Zindana Amedê kom kir û xwest hemûyan bide poşmaşkirin û cardin siyaseta qirkirinê li Kurdistanê serwer bike. Li hember ev zilma zindana Amedê sekna di pêşengtiya Mazlûm Dogan, Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Ferhat Kurtay û Sarayan de hatiye pêşxistin îradebûnek derxist holê. Di keleha zilmê de zilûm têk çû û berxwedan bi ser keft.

‘15’Ê TEBAXÊ BI PÊŞENGTIYA HEVRÊ EGÎD, ŞOREŞA VEJÎNÊ PÊŞ XIST’

Di heman demî de Rêber Apo li seheya Filîstîn Lûbnanê di xebateke mezin de bû. Ji bo amadekariya serdemeke nû, derketineke nû, parastina şerê çekdarî, li ser esasê xebata Rêber Apo di pêşengtiya fermandarê hêja Hevrê Egîd de pêngava 15’ê Tebaxê di 1984’an de bi rê keft. Ev pêngav bi xwe re şoreşa vejînê pêşxist. Ew civaka ku heta wê çaxê bêhêvî, bû xwedan hêvî. Ew civaka di rewşeke bêdeng û teslîmiyetê de bû, bû civakeke berxwedêr. Ew civaka ku bi sedsalan paşde mayî bi hişmendiya PKK’ê bû civakeke hemdemî. Li ser vî hîmî di civakê de wek şoreşek civakî pêşket, îradebûna jin derket holê, xeta jina azad wisa bû hêz. Bi pêşketina şoreşa vejînê re civaka Kurd, jina Kurd ji nû ve bi hêza xwe hisiya. Wisa di civakê de zindîbûnek û xurtbûnek pêşket.

‘CIVAKA KURD LI SER DOŞEKA MIRINÊ ZINDÎ BÛ’

Bêguman vêya bandora xwe li ser beşên din ê Kurdistanê jî ava kir. Wisa bîr û baweriyek, hêviyek û ruhekî berxwedanî li ser vî esasî avabû û vêya di giştî Kurdistanê de stratejiya hebûna gelê Kurd xurt kir. Bi esasî PKK di destpêkê de ango di 15 salê destpêkê de bi serkeft. Dijmin dixwest civaka Kurd tune bike, lê PKK derket di bajaran de, di çiyê de û di zindanan de li berxwe da, şoreşa vejînê çêkir û civak ji nûve zindî bû. Ew siyaset û stratejiya dagirkeriya Tirkiyê ya qirkirinê binkeft. Li ser vî esasî Rêber Apo di sala 1993’an de agirbest îlan kir. Ji ber ku êdî biserkeft û pirsgirêka Kurd derket holê. Civaka Kurd a li ser doşeka mirinê zindî bû, hat gihişt qonaxa çareseriyê. Vêya pêşveçûneke bingehîn di Kurdistanê de ava kir.

‘TÊKOŞÎNA TÊ KIRIN ÊDÎ TÊKOŞÎNA ÇARESERIYÊ YE’

Ji wê çaxê û vir ve 27 sal derbas dibin. Di van 27 salan de têkoşîna tê meşandin ji bo çareseriyê tê meşandin. Dagirkeriya Tirkiyê nehat çareseriyê. Naxwaze bi Kurdan re wekî xwişk û bira bijî. Dixwaze Kurdan bike koleyê xwe û bike bingehê Tirkbûnê. Stratejiya xwe wisa daniye û vêya naguherîne û di vê de israr dike. Ji bo vê ewqas sal wisa têkoşîn cûr be cûr qonaxan re derbas bû. Lê em dizanin dagirkeriya Tirkiyê vêya bi tena xwe nake. Ti caran dewleta Tirk bi tena xwe li hemberî me şer nekiriye. Her tim hem nêzên Nato li pişt wan sekiniye û hem jî ew her sê dewletên din ê Kurdistan dagirkiriye re jî dem bi dem îtîfaq çêkiriye. Kurdistan ne welatekî ku tenê çar dewletan ew dagirkiriye. Na, Kurdistan welatekî mêtîngeriya navdewletî li ser hatiye meşandin e. Ango dagirkeriya li ser Kurdistanê dagirkeriyeke navnetewî ye. Sîstema modernîteya kapîtalîst projeya xwe di Rojhilata Navîn de li ser esasê înkarkirina Kurdistan ava kiriye. Piştî wê li Sovyet şoreş çêbûbû wan jî dûvre vê qebûlkir. Modernîteya kapîtalîst sîstema xwe ya Rojhilata Navîn li ser esasê tunekirina gelê Kurd ava kiriye. Ji bo vê ev hêzên modernîteya kapîtalîst hem di çarçoveya peymana Lozanê de û hem jî di çarçoveya Natoyê de her tim piştevaniya dagirkeriya Tirkiyê kirine. Ti caran dewleta Tirkiyê bi tena xwe li dijî me şer nekiriye. Bi alîkariya van hêzan şer kiriye.

‘BI KOMLOYÊ DI ŞEXSÊ RÊBER APO DE XWESTIN TEVGERA ME BI TEMAMÎ TESFIYE BIKIN’

Cardin van hêzane di pêşengtiya Emerîka de komploya navnetewî li hemberî Rêber Apo pêş xistin. Di şexsê Rêber Apo de xwestin xeta Serokatî, ango tevgera me bi temamî tesfiye bikin. Ev komploya 15’ê Sîbata 1999’an li ser vî esasî çêbû. Lê li hemberî komployê destpêkê Rêber Apo bi şêwazekî dahiyane nêzbûn, fikir û paradîgmayeke nû pêşxist. Kadroyên me yê tevgerê bi dirûşmeya “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” bedena xwe kirin çemberek ji agir û xwestin li hemberî komployê rawestin û ruhê fedayî ava kirin. Gelê me jî bi fedakariyeke mezin li Rêbertiya xwe û li tevgera xwe xwedî derket û wisa ev komploya ku dixwest tevgera me tune bike vala hat derxistin. Piştî komployê tevger hîn mezin bû. Komplo ji bo teqez biçe encamê baskê xwe yê di hundirê tevgerê de birêxistin kiribû jî hebû. Di 2003-2004’an de ev baskê xwe xistin meriyetê. Wana jî xwest di hundir de îsyan çêbikin, PKK ji xeta Rêber Apo qut bikin û tevgerê tesfiye bikin. Lê ew jî têk çûn. Li ser esasê mudaxeleya Rêber Apo bi avabûna komîteya jinûve avakirina PKK’ê û têkoşîna ji 2004’an û şûnde meşiyayî ve ew tesfiyekarana jî hat tesfiyekirin.

‘1’Ê HEZÎRANÊ WEKE PÊNGAVA DUYEMÎN A 15’Ê TEBAXÊ KETE MERIYETÊ’

Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an li hemberî van kiryaran careke din ket meriyetê. Pêngava 1’ê Hezîranê wekî pêngava duyem a 15’ê Tebaxê ye. Ji wê çaxê heta niha têkoşîneke berfireh di navber me û ev hêzên mêtînger û qirker de dimeşe. Tevgera me beriya vê rêxistina xwe fermî tenê li Bakurê Kurdistan hebû, lê fireh bû. Li her çar beşên Kurdistan û li derveyî welat hîn zêde xurt bû û tevger mezin bû. Bi taybet tevgera me li ser esasê paradîgmaya nû ya Demokratîk, Ekolojîk a li ser esasê şoreşa jin pêşketineke mezin jiyan kir û şoreşa Rojava wisa bi rê keft.

‘BERXWEDANA KOBANÊ HEMÛ PÎLAN Û PROJEYÊN TIRKIYE YA BI DESTÊ EL NÛSRA Û DAÎŞ’Ê TÊK BIR’

Pêşveçûna şoreşa Rojava bi taybet bi berxwedana Kobanê re şikestina El Nusra û DAÎŞ’ê xwe misoger kir. Dewleta Tirkiyê hêviyê xwe pir zêde li ser El Nusra û DAÎŞ’ê hebû. Bi rêya wan dixwest hem tevgera azadiya Kurdistan têk bibe û hem jî armanca xwe ya li ser herêma Rojhilata Navîn pêk bîne. Lê bexwedana Kobanê raber kir ku ew nikarin vêya pêk bînin û şikestin. Ji wê û şûnde dagirkeriya Tirkiyê ket hewildaneke nû. Mezinbûna tevgera azadiya Kurdistan ji bo xwe wekî xetereke mezin dît. Got: “Dahatu û bekaya me di bin xeteriyê de ye.” Hemû rehên di nav dewletê de li ser vî esasî bûn yek û îtîfaq çêkirin. Bi hişmendiya Îttîhad-î Teraqî gotin: “Divê em xwe mezin bikin. Misakî Milî hemû dagir bikin. Bi hişmendiya Osmaniya nû em xwe li ser herêmê fireh bikin ku heta em bikaribin pêşiya tevgera azadiya Kurdistanê bigrin.”

‘6 SALÊN DAWÎ BI HEMÛ TEKNÎKA NATO XWEST BI SER BIKEVE; LÊ WINDA KIR’

Li ser vî esasî ev 6 salên dawî di navbera me û dewleta Tirk a qirker de şerekî berfireh heye. Hemû heval vê dizanin. Li Bakurê Kurdistan, li Başûrê Kurdistan, li Rojavayê Kurdistan êrîşên qirkeriya Tirkiyê heye. Li hemberî vê berxwedana tevgera azadiyê heye. Dijmin hîn di destpêka salên avabûna partiyê de xwest tevgerê tesfiye bike. Bi alîkariya NATO, teknolojiya serdemê bi dest xwe xist got: “Ez ê wisa biçim encamê.” Ji bo vê êrîş pêşxistin, lê heta niha encam negirtine. Dagirkeriya Tirkiyê, rejîma faşîst a qirker ku di pêşengtiya AKP, MHP, Ergenekon û netewperestan pêşketî negihişt armanca xwe û bi ser nekeft. Ji bo vê di sîstemê de alozî pêşket. Niha bi rêbazên mafyawarî dikare xwe li ser piyan bigre. Rejîm ket pêvajoyeke wisa û lewaz bû.

Ji bo tevgera azadiya Kurdistan tesfiye bikin ev çeteyên li ser xeta Selefî ango DAÎŞ û El Nusra, cardin ev çeteyên li ser xeta Îxvanî Muslîmîn ji xwe re xwest bike hêz. Ew faşîstên di hundirê Tirkiyê de xwestin di bin navê artêşa bi pere de tevger bikin. Ev artêşa bi pereyan çêkirine hemû MHP’yî ne, faşîst in. Ango artêşa wan têk çû, lê vê carê xwest bi rêya vana biçe endamê. Wisa bi me re ev 6 sal in şer dike. Lê cardin encam negirt. Ji bo vê dixwaze herî zêde giranî bide xeta hevkar a Kurd. Di vê çarçoveyê de li Bakurê Kurdistan hîn zêde giranî dan ser tevgerkirina çete û sîxuran. Wisa dixwazin siyaseta Kurd bi Kurd bide kuştin hîn zêde têxin meriyetê.

‘BI PDK’Ê RE TÊKILÎ DANÎ’

Di vê çarçoveyê de li Başûrê Kurdistan xeta hevkar a di pêşengtiya PDK’ê re têkiliyên xwe xurt kirin. Halbûkî beriya wê li Başûrê Kurdistan referandum çêbû; dewleta Tirk çawa li hember sekinî, çawa bi hêzên din re îtîfaq kir, helwest raber kir û heqaret li rêveberiya Başûr kir herkes dizane. Rexmê vê hima piştî vê demek şûnde di sala 2018’an û vir ve îtîfaqa di navber PDK-Dewleta Tirk û Emerîka çêbûyî wekî hewildana nûjendîkirina komployê ye. Planeke ku tevgerê di çarçoveya komployê de tune bike dewleta Tirkiyê dimeşîne, mixabin PDK jî bû lingekî vê. Ev serdema em tê de sedsala 21’emîn e, diviyabû êdî tiştek wisa nebe. Lê feqet niha ev bû. Li ser tevgera me dijmin dixwaze planeke tunekirin bimeşîne, vê bi ser bixîne û dûvre jî hemû destkeftiyên Kurd ji holê rabike. Armanca xwe wisa ye. Lê rexmê vê PDK pê re ye.

‘PDK DI WARÊ ÎSTIXBARATÎ DE PIŞTGIRÎ DIDE TIRKIYE; SÎXÛRIYÊ PÊŞ DIXE’

Em dizanin ku ji 2018’an vir ve hem îtîfaqa parvekirina îstixbarat, hem jî piştevaniya siyasî ji bo dagirkirina axa Başûrê Kurdistan bi PDKê re hat pêşxistin. Ango sîxurî pêş xistin. Feqet xuyaye ev jî têr nekir. Cardin rejîma faşîst a qirker negihişt armanca xwe. Xwest li Başûrê Kurdistan gelek cih dagir bike, lê nikarîbû. Herî dawî berxwedana li Heftanîn ku niha 4 meh û nîvê xwe çêbû ji bo dijmin bû bersivek.

‘BERXWEDANA HEFTANÎNÊ DIJMIN XITIMAND’

Bi rastî berxwedana Heftanîn di pêşengtiya rêheval Rûsteman, Esmer û Nûcanan de bi rêkeftî roleke dîrokî leyîst. Ev Berxwedan, dijmin di wir de xetimand. Plana dijmin hebû ku Metîna jî dagirbike û piştî wê biçe ser Zapê. Lê berxwedana li wir raber kir ku ew xwe zêde vekin wê derbeyên mezin bixwin. Dijmin digot qey ‘em herin kî der û kîjan girî bigrin wê gerîla ji wir derbikevin û biçin.’ Lê dîtin gir bigrin jî gerîla li derdora wan e û her roj jî dikare derbe li wan bixe. Ev rêbazek nû ye, rêbazê gerîlayê nû ye. Hem berxwedana Xakûrkê û hem jî piştî wê ya Heftanînê derbeyek li dijmin da. Jixwe li Zapê û Avaşîn di berê de her bi dagirkeriya Tirkiyê re şer û berxwedanek heye, dijberiyek heye. Di wir de gerîla li hember dijmin berxwedaneke girîng dimeşîne. Dema vana hemû bû yek dijmin dît ku ger xwe di herêma Medya de fireh bike wê perîşan bibe. Ji bo vê ji armancê xwe dest bernedaye divê mirov xwe di vir de şaş neke. Feqet dijmin dixwaze Kurd bi Kurd bide kuştin. Di vê çarçoveyê de xwest PDK hîn zêde têxe meriyetê ku pêşiya xwe veke.

‘DIXWAZIN CIH Û WARÊN GERÎLA LI KÛ BIN DOR LÊ BIGIRIN’

Di vê çarçoveyê de destpêka sala 2020’an de li Zînê Wertê, dûvre li Xinêrê, Xakurkê piştre li Garê û hemû Behdînan wisa PDK hêzên xwe yê leşkerî xist tevgerê. Hinek hêzên Iraqê jî li ser daxwaziya PDK’ê ketin meriyetê. Yanî dixwazin cihûwarê gerîla li kî derê ye, dorê bigrin, navberê bigrin û tengav bikin. Dixwazin wisa wekî dorpêçekê çêbikin. Yanî qabiliyeta manewra ya gerîla sînordar bikin. Ev alîkariyek ji bo dewleta Tirkiyê ye. Yanî ev wekî baskeke plana dewleta qirker a Tirkiyê li ser tevgera me dimeşîne ye.

‘LI XINÊRE, SERGELÊ Û HERÎ DAWÎ LI GARÊ HEWLDAN BIKEVIN QADÊN GERÎLA’

Di vê çarçoveyê de li aliyê Xinêrê çend caran ji bo hişyarî teqemenî hat kirin. Cihê ku PDK dixwest werê hat rawestandin. Çend caran li aliyê Sergelê wisa çêbû. Herî dawî li Garê jî temasek çêbû. Ango bi 2 qolan xwestin têkevin qadê û di vê çarçoveyê de temasek çêbû. Niha em dizanin ku ev plana dagirkeriya Tirkiyê ye. Dagirkeriya Tirkiyê dixwaze PDK têxe meriyetê em bi hev re mijûl bibin. Ango PKK û PDK bi hev re şer bike ew jî bikaribe planên xwe yê giştî pêk bîne. Ji bo vê em dijî vî şerî ne. Em naxwazin bi PDK re şer bikin û em dibêjin, bila ew jî nekevin vê leyîstokê. Her çendî heya niha heta astekê bi dijmin re tevdigerin, lê beramberî hev şerê navxweyî planeke dijmin e. Wê vêya xîzmetî dijmin bike û jixwe me zeîf bike dûvre wê dagirkeriya Tirkiyê destê xwe dirêjî wan bike. Ji ber ku plana wan dagirkirina giştî sînorê Misakî Milî ye. Belkû hinek soz dabin wan û li ser wî esasî hinek peyman çêkiribin. Em ev aliyê wê nizanin. Lê bes em dizanin ku ev tevgerê ku niha PDK pêş dixe beşek planê dewleta Tirk e. Ji bo vê heya heye em nehêlin bifertile şer.

(cx)