'Her nêzîbûnek di navbera hêzên kurdî de li xweşiya dewleta Tirk nayê'

Jinên ji bajarê Dêrikê gotin ku armanca dewleta Tirk a dagirker û dijminên gelê Kurd ew e ku her nêzîbûnek di navbera partî û hêzên kurdistanî de têk bibin. Jinan banga yekitiyê li aliyên kurdî kirin.

'Her nêzîbûnek di navbera hêzên kurdî de li xweşiya dewleta Tirk nayê'
6 kanûn, 2020   07:43
QAMIŞLO-ÎSAM ABDULLAH

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi rêya medyaya xwe û bicihkirina hêzên xwe li herêmên Parastinê yên Medyayê, nexasim li herêmên Behdînanê, Garê û Metînê yên Başûrê Kurdistanê rageşiyê zêde dike. Li hemberî van siyasetên bertekên gelê Kurd jî zêde dibin.

Têkildarî mijarê jinên ji bajarê Dêrikê axivîn û behsa komplo û planên li dijî gelê Kurd kirin û gel hiyşar kirin ku li pey planên dijminan neçin.

Hîba Çeto got ku diyalogên niştimanî yên partiyên kurdî yên li Rojava, rihetiyek da gelê Kurd, lê bicihbûna "Pêşmergeyên Roj" li çiyayên Kurdistanê nerihetiyek da avakirin.

Hîba Çeto da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker hewl didin bi hemû rêbazan projeya serkeftî ya li Bakur û Rojhilê Sûriyê têk bibe, lê hewldanên wan bi bin ketin.

ꞌŞÊRÊ KURDAN XIZMETA DIJMINÊ GELÊ KURD DIKEꞌ

Hîba Çeto destnîşan kir ku gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, şerê navxweyî red dikin, nexasim di vê rewşa ku herêmê têre derbas dibe û wiha got: "Ji ber vê divê gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê li dijî ajandeyên ku xizmeta dewleta Tirk dikin, hewldana derxistina fitne û şer dikin, bisekinin.

Di dawiyê de Hîba Çeto diyar kir ku şerê navxweyî dê ji gelê Kurd re wêraniyê bîne û bang kir ku divê siyasetmedarên Kurd yekitiya xwe ava bikin û xizmeta gelê xwe bikin.

ꞌBICIHKIRINA PÊŞMERGEYÊN ROJ LI HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ, XWESTEKEKE TIRKÎ YEꞌ

Li aliyekî din jî Daristan Domo diyar kir ku şerê navxweyî xizmeta dewleta Tirk dike û wiha got:"Armanca dewleta Tirk ji van êrişan ew e ku hêzên pêşmergeyên Roj li herêmên Parastinê yên Medyayê bi cih bike û bi vî awayî nehêle yekitiya kurdan çêbibe û serketinên wan jî têk bibe."

Daristan Domo da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji van planan ew e ku her hewldaneke ku partiyên siyasî yên kurdî bide yek, têk bibe û wiha domand: "Her  nêzîbûneke di navbera partiyên siyasî yên kurdî de li xweşiya dewleta Tirk nayê. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd û partiyên kurdî li hemberî van komployan yekitiya xwe ava bikin."

Daristan Domo bi lêv kir ku artêşaTirk bi hemû rêbazan hewldana têkbirina yekitiya kurdî dike û bi rêya ajandeyên xwe şerê birakujiyê derxîne û bang li gelê Kurd kir ku yekitiya xwe ava bike û li siyasetên ku nakevin xizmeta dewletên dagirker ên Kurdistanê, guhdarî nekin.

Daristan Domo di dawiya gotina xwe de ev yek got:"Armanca dewleta Tirk  hebûna gelê Kurd  û tecrûbeya wan a serkeftî ye tine bike û biratiya gelan têk bibe. Her wiha bi rêya çeteyên xwe herêmê dagir bikin. Ji ber vê yekê em şerê Kurd û Kurdan şermezar dikin, ji ber xizmeta gelê Kurd nake, nexasim di vê qonaxa dîrokî û hestiyar de."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/uk0VDv4_Nm4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>