‘Divê çalakiyên gel û ciwanan xurtir bibin û asta rêxistinbûnê zêde bibe’

Endamên Federasyona Birîndarên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin di pêvajoya heyî de ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmê zêde kirine, pêwîstî bi parastina destkefityan heye. Her wiha bang li gelên herêmê kirin ku ji hemû cureyên êrişan re amade bin û rêxistinbûna xwe zêde bikin.

‘Divê çalakiyên gel û ciwanan xurtir bibin û asta rêxistinbûnê zêde bibe’
6 kanûn, 2020   05:18
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Roj bi roj êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. Dagirkeriya Tirk bi van êriş û gefan sivîlên herêmê û rêveberiya ku li ser projeya netewa demokratîka hatiye avakirin, dike armanc.

Têkildarî mijarê endamên Federasyona Birîndarên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Hevserokê federasayonê Egîd Îbrahîm ku sala 2014`an di şerê bi çeteyên DAIŞ`ê re birîndar bûbû, da zanîn ku di vê pêvajoya heyî ku gelên Bakur û Rojhiletê Sûriyê tê re derbas dibe pêwîstî bi parastina destkeftiyan heye û wiha got: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrişên pir giran in û divê em giraniya wan êrişan ferq bikin. Divê em xwe bikin xelek da ku em karibin deskeftiyên xwe ji êrişan biparêzin.”

Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê ne tenê êrişên leşkerî pêk tînin lê belê şerê taybet jî li dijî şêniyên herêmê dimeşînin û diyar kir ku divê gel li hemberî vê rewşê hişyar be.

`PÊWÎSTE ASTA RÊXISTINBÛNÊ ZÊDETIR BIBE’

Endama Federasyona Birîndarên Şer a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rojîna Dilêr jî ku di sala 2019`an de bi mayînekê ji bermahiyên dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî birîndar bûbû, diyar kir ku hovîtiya dewleta Tirk a dagirker di êrişên wî yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xuya dibe û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker gelek sûc û komkujî der heqê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk anî. Em vê yekê qebûl nakin. Gerek mirovahî jî vê yekê qebûl neke.”

Rojîna da zanîn ku pêwîst e gel yekdest be da ku karibe li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ber xwe bide û got: “Divê çalakiyên gel û ciwanan xurtir bibin û asta rêxistinbûnê zêdetir bibe.”

Endamê federasyonê yê bi navê Cesûr Koçer jî ku sala 2015`an di êrişên li ser gundewarê bajarê Kobanê de birîndar bûbû, diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide ku kurd nebin xwedî statu û got: “Hemû pêkhate, bawerî û çandên li herêmê cihê xwe di projeya li herêmê de digirin. Dewleta Tirk vê rewşê naxwaze û hewl didin herêmên din dagir bike. Ji ber vê yekê êrişên xwe li dijî gelên herêmê dewam dike.”

Koçer diyar kir ku ji bo bersivdayîna êrişên li dijî herêmê û rizgarkirina herêmên dagirkirî, pêwîstî bi xweparastinê heye û got: “Divê gel û şervan li kêleka hev şer bikin û bersiva êrişên dagirkeriyê bidin. Wê herêmên ku hatine dagirkirin bi hêz û baweriyê rizgar bibin.”

Koçer destnîşan kir ku wekî birîndarên şer ew amade ku careke din jî parçeyên laşê xwe di oxira parastina gel û vê xakê de bidin û got: “Em bang li ciwan û jinên herêmê dikin ku li kêleka hêzên leşkerî bisekinin û bersiva êrişên li dijî herêmê bidin.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qhalYZlHbqQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>