Komîteya Tenduristiyê bi hemû derfetên xwe hewl dide pêşî li belavbûna Koronayê bigire

Komîteya Tenduristiyê ya bajarê Minbicê û gundewarê wê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê li bajêr û gundewarê wê gelek tedbîrên xweparastinê girt, da ku xeteriya vê şewbê li ser şêniyan kêm bike.

Komîteya Tenduristiyê bi hemû derfetên xwe hewl dide pêşî li belavbûna Koronayê bigire
3 kanûn, 2020   07:43
MINBIC- SELWA EBDULREHMAN

Ji destpêka belavbûna vîrusa Koronayê li bajarê Minbicê ve, ji bo kontrolkirina rewşên navîn û sivik ên pêketiyên vîrusê her wiha da ku nexweşên vîrusê bi kesên ji derve re nedin û nestînin, Komîteya Tenduristiyê navenda “El-Şeriyê” ya karantînayê vekir.

Li Minbicê 2 navendên karantînayê hene û navendeke din tê amadekirin ew jî, navneda El-Şeriyê ji bo rewşên navîn û sivik û navenda (Covid-19) ji bo rewşên giran û xeter e. Navenda (Covid-19) rojane nêzî 8 nexweşan pêşwazî dike. Li wê navendê tenê 5 cihên hewastandinê hene, pêwîstiya navendê hîna bi 3 cihên din ên hewastandinê heye.

Berpirsê navenda El-Şeriyê ya karantînayê Ehmed Mihemed got bi destpêkirina belavbûna şewba Koronayê re rê, sazî û dibistanên bajarê Minbicê hatin dezenfektekirin û diyar kir ku tîmeke taybet ji bo testên PCR û tîmeke destwerdana lezgîn heye, ku testa her rewşeke bi guman çêdike.

Mihemed tekez kir ku Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê li gorî derfetên xwe ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê û lênerîna li nexweşan li bajarê Minbicê ku hejmara niştecihên wê nêzî milyon e, kar dike.

/kr/uploads/files/2020/12/03/074435_-.webp

Mihemed her wiha destnîşan kir ku alavên heyî li navendan wekî cilên xweparastinê û derman têrê nakin, her wiha hejmara kadroyên tenduristiyê kêm e.

Li gorî daneyên Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heta 30`ê Mijdarê li herêmê 7 hezar û 31 kes bi vîrusê ketine, ji wan 195 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 32 kes baş bûne.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/H53VnUGjOvs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>