'Em qebûl nakin ku axa me bê dagirkirin, em ê li ber xwe bidin'

Şêniyan diyar kir ku li hemberî êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berxwedan û girêdana bi axê ve vebijêrka sereke ye.

'Em qebûl nakin ku axa me bê dagirkirin, em ê li ber xwe bidin'
3 kanûn, 2020   06:42
QAMIŞLO- LÎLAV DÎWANÎ

Di gel ku artêşa Tirk dariker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin, şêniyan pêwîstiya parastina herêmê û berxwedanê  li dijî hêzên dagirker piştrast kir.

'EZ Ê LI BER XWE BIDIM`

Şêniyê bi navê Mihemed Ehmed got: "Ez axa xwe ber nadim û ez ê li ber xwe bidim. Pêwîst e gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe amade bikin, bibin yek û li hemberî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin.”

Têkildarî heman mijarê şêniyê bi navê Can Derwêş destnîşan kir ku gefên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê yên domdar, ne tenê li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê metirsiyê çêdike lê belê li ser tevahî Rojhilata Navîn çêdike. Derwêş piştrast kir ku gefên Erdogan dê dawiya wî bînin.

Derwêş da zanîn ku êrişên artêşa Tirk a dagirker yekser bandor li sivîlan dike. Ji ber wê banga berxwedanê li hemberî dijmin kir.

`EM QEBÛL NAKIN KU AXA ME DAGIR BIKIN`

Henan Ibrahîm diyar kir ku dewleta Tirk ji êrişên xwe yên domdar armanc dike ku axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, aramiya li herêmê têk bibe, nakokiyan di navbera gel de çêbike û ji nû ve “Împretoriya osmanî” vejîne. Her wiha piştrast kir ku bi yekitî û hevgirtinê dijmin têk diçe û got: "Em qebûl nakin axa me were dagirkirin.”

Welatiyê bi navê Mihemed Hesen îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker ji ber binketinên ku pê re çêbûne û ji ber paşdeçûna aboriya Tirkiyê, êrişî herêmê dike û wiha domand: “Ew dixwaze xêr û berekata herêmê talan bike û sûcan li dijî gelê wê pêk bîne. Lê em ê li ber xwe bidin û rê nedin dewleta Tirk ku axa me dagir bike. Berdêl çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin.”

(dm)

ANHA