‘Gundekî bi navê Dawûdiyê ji bîr bikin’

Dewleta Tirk a dagirker di koçberkirina şêniyên resen ji gundên dagirkirî yên li Serêkaniyê, guhartina navên gundan û avakirina baregehên xwe yên leşkerî de berdewam e.

 ‘Gundekî bi navê Dawûdiyê ji bîr bikin’
3 kanûn, 2020   04:31
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Dewleta Tirk a dagirker siyaseta guhartina demografiya herêmên dagirkirî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike.

Dewleta Tirk a dagirker ziman û perwerdeya wê li herêmê ferz kiriye, li gel wê jî danûstandina bi lîreya tirkî ye, dergehên bazirganî yên nerewa û saziyên girêdayî xwe li bajêr vekirine.

Tevî rapora ku Komîteya Lêpirsîna Navneteweyî ya NY’yê ya der barê Sûriyê di çend mehên borî de amade kiriye de jî û tê de tevahî sûc nehatibûn bibîrxistin, lê siyasetên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê berdewam in.

Hejmarek ji şêniyên neçarî koçberiya ji gundên dagirkirî bûne, li ser sûcên guhartina navên gundan, avakirina baregehên leşkerî û koçberkirina şêniyên resen, bi taybet gundên Kurd, axivîn.

‘MALÊN ME WÊRAN KIRIN Û GUND VEGERANDIN BAREGEHA LEŞKERÎ Û NAVÊ GUNDÊ JI DAWÛDIYÊ KIR YAHÛDIYÊ’

Koçberê ji gundê Dawûdiyê yê girêdayî Serêkaniyê yê dagirkirî bi navê Silêman Biro Salih wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi panzeran derbas gund bûn, mal wêran kirin û gund rast kirin, her wiha mala min jî hat rastkirin. Lê malên mayî jî tên dizîn û talankirin."

Salih wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker gund vegerand baregeha leşkerî û navê gund ji Dawûdiyê kir Yahûdiyê."

Salim nimûneyek li ser sûcên dewleta Tirk da; beriya vê kalemêrkî ji gundê jiya xwe ji dest da, lê wesiyeta wî li goristana gund were veşartin. Lê dagirkeriyê nehişt cenaze derbasî gund bibe."

Salih ji şêniyan re got, gundekî bi navê Dawûdiyê ji bîr bikin.

 ‘DAGIRKERÎ DEMOGRAFIYA HERÊMÊ DIGUHERE’

Salim piştrst kir ku li herêmê guhartina demografî bi lez pêk tê, bi taybet li gundên Kurd. Bi wê re şêniyên wê bi zorê tên koçberkirin. Her wiha bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên herêmê yên resen rawestînin.

Girêdayî mijarê, koçberê bi navê Îbrahîm Salim ê ji gundê Erîşa wiha got: "Ji destpêka êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê, ez ji gund koçber bûm û min berê xwe da Qamişlo da ku zarokê xwe derman bikim. Lê dema ez vegerîm gund, dagirkerî û çeteyan nehişt."

Salim wiha lê zêde kir: "Şêniyekî gund jî piştî ku dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê gund dagir kir, nikarin li gund vegerin. Lê niha tenê kesên temen mezin di gund de hene. Lê malbatên dîtir nikarin vegerin. Ji ber tevahî gund hatin dagirkirin, milkên sivîlan hatin dizîn û mal hatin wêrankirin."

Salim destnîşan kir ku kê gund talan kir, mal û milk dizîn û şêniyên wê koçber kir.

 ‘RAPORA NY’YÊ YA DAWÎ LI BERAMBER SÛCÊN ROJANE NE TIŞT E’

Salim bi bîr xist ku rapora NY’yê ya dawîn li hember sûcên rojane yên li herêmê ne tişt e. Jê jî sûcên li gundê wî û wiha got: "Rapora ku NY’yê weşandiye, ya ku tê de li ser sûcên dewleta Tirk ên li herêmê diaxive, bi hevrûkirina sûcên dagirkeriyê yên rojane li herêmê ji revandina jinan, qetilkirin û dizîna malên sivîlan, ne tişt e."

Salim wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê NY’yê li ser erdê bixebite û sûcên rojane yên li dijî şênyên herêmê bibîne û azarên wan ên ji dest dagirkerî û çeteyên wê jî bibîne."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jl7hJyu55lQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>