Siyasetmedarên Kurd nebersivdana PDK’ê ya banga KNK’ê rexne kir

Siyasetmedarên Kurd ên Rojava destnîşan kir ku nebersivdana PDK’ê li ser banga KNK’ê, ew e biryar ne bi destê wê ye û da zanîn ku ew helwesteke şerm e û dikeve xizmeta berjewendiyên Erdogan.

Siyasetmedarên Kurd nebersivdana PDK’ê ya banga KNK’ê rexne kir
3 kanûn, 2020   02:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji demekê ve, KNK’ê gera xwe li Başûrê Kurdistanê dest pê kir û bi nûnerên aliyên siyasî re civiya. Da ku şer di navbera aliyên Kurd de pêk neyê, her wiha KNK’ê bangên xwe ji serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, serokê herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê hikumetê Mesrûr Barzanî şandin, lê heta niha tu bersiv nehatine.

 ‘NEBERSIVDANA BANGÊN KNK’Ê, XIZMETKIRINA DIJMINÊ KURDAN E’

Endamê PYD’ê yê Hesekê Şemsedîn Mela Îbrahîm da zanîn ku PDK’ê bangên KNK’ê yên diyalogê red kirin.

Mela Îbrahîm diyar kir ku KNK’ê bang li tevahî partî, kesayetên siyasî û rêxistinên li Başûrê Kurdistanê kir ku nîqaşan li ser rewş û pirsgirêkên niha pêk bînin.

Mela Îbrahîm wiha domand: "Tevahî kesên vexwendî ji bilî PDK’ê beşdarî civînê bûn û tu bersivê jî nedan bangawaziyê jî. Sedema wê yekê jî ew e ku ew ne xwedî biryar in û li gel Erdogan dijminatiya gelê Kurd dikin."

Şemsedîn Mela Îbrahîm bang li PDK’ê kir ku ji siyaseta xwe ya çewt vegere û tev li yekitiya Kurd bibe û wiha pê de çû: "Ne tenê çiya dostên Kurd e, lê belê yekitî jî dosta wê ye."

ABDULKERÎM SIKO: NEBEŞDARIYA ENKS DIKEVE BERJEWENDIYA ERDOGAN

Serkreterê El-Partî El-Demokratî ya Kurdistanî-Sûriyê Abdukerîm Siko da zanîn helwesta PDK’ê ya nebersivdana banga KNK’ê ya ku hewl dide yekitiya Kurd ji bo parastina destkeftiyên wê ava bike, şerm û mixabînî ye.

Siko wiha destnîşan kir: "Ne ji mafên malbat an jî eşîrekê ye ku çarenûsa bi milyonan ji gelê Kurd diyar bike û doza wê lawaz bike. Da ku xizmetî dijmin bike. Me ev yek di dagirkirina Kerkûkê de dît."

Siko gotina xwe wiha berdewam kir: "Gelê Kurd li beramber şanseke mezin e û bi hezaran şehîd da, divê vê sansê wergire. Ji ber dîrok tu îxanetê li dijî doza Kurd efû nake."

Siko di dawiyê de got nebeşdariya li bangên KNK’ê xizmetkirina berjewendiyên Erdogan û li dijî berjewendiya gelê Kurd e. Divê gelê Kurd li hember çi hewldanên îmhakirina destkeftiyên ku bi saya bi hezaran şehîdan pêk hatine, bisekine.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Lx133CFSjHM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>