Eren Keskîn: Guh bidin dengê dîlgirtiyên zindanan

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn grevên birçîbûnê yên girtiyên PKK û PAJK’ê li zindanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dane destpêkirin nirxandin û bang li rêxistinên mafên mirovan, saziyên civaka sîvîl û dam û dezgehên siyasî kir ku guh bidine dengê xwe girtiyên zindanan û dengê wan bilind bikin.

Eren Keskîn: Guh bidin dengê dîlgirtiyên zindanan
3 kanûn, 2020   03:18
 NAVENDA NÛÇEYAN- ZANA DENİZ

Piştî sal û nîvekê girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi biryarekê grevên birçîbûnê dan destpêkirin. Hate diyarkirin ku girtiyên ji doza PKK û PJAK’ê, ji bo protestokirina hin pêkanînên bi hinceta pandemiya Covîd-19 hatine sepandin, bi van sepandinan re zêdebûna binpêkirinan û tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin.      

Girtiyên ji doza PKK û PJAK’ê 25’ê Mijdarê bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ji 27’ê Mijdarê pê de ew ê bi dorveger bi maweyê 5 rojan dest bi greva birçîbûnê bikin. Greva birçîbûnê li gelek girtîgehan bi beşdariya gelek girtiyan tê kirin, ji 2’ê Berfanbarê pê de koma duyem grevê dewr girt.

Hevseroka Giştî ya Komela Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Eren Keskîn, der barê grevên birçîbûnê yên di zindanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de ji bo şermezarkirina pêkutiyên ser girtiyan hatine destpêkirin, ji ajansa me re hin nirxandin kirin.

Eren Keskîn bal kişand ku li girtîgehan binpêkirin gihîştine asteke gelek bilind û der barê mijarê de weha got: “Niha pandemî heye. Li girtîgehan nêzî 1600 girtiyên nexweş hene û evana tevan jî nexweşiya wan giran e. Di vê pêvajoya Covîd-19 de nexweşiyê dikin hincet û Tipa Edlî raporan nade mirovan. Tipa Edlî rapora ‘dikare di zindanê de bimîne’ dide van girtiyên nexweş û hiştina wan di zindanê de wek tiştekî asayî nîşan dide.” 

Eren destnîşan kir ku pergala izolasyona di girtîgehan de êdî gihaştiye asteke wisa ku hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê bi xwe jî pêpes dike û weha axivî, “Vê gavê bi taybetî girtîgehên ku girtiyên siyasî tê de têne ragirtin ji aliyê navendekê ve tên birêvebirin ku tu kes nizane ev navend di bin deste kê de ne û kî wan bi rê ve dibe. Çimkî li gorî qanûnên me navendên ku muxatabê me ne bersiva me nadin. Ji ber vê yekê pirsgirêkeke mezin heye, berî her tiştî tecrîdek heye. Di serî de tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê her awayî tecrîdê derveyî qanûnan e.”

‘LI ÎMRALIYÊ RÊBAZEKE KONTRAYÎ TÊ PÊKANÎN’

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn da zanîn ku li girtîgeha Îmraliyê ji aliyê dewlet û hin aliyan ve hiqûqeke kontrayî tê pêkanîn û weha got, “Ji roja Birêz Ocalan anîn Tirkiyeyê ve min parêzeriya wî kir. Ji wê demê heta niha tu tiştek neguheriye. Tecrîd ji wê demê ve ye didome. Carina asta vê tecrîdê giran dibe carina jî sivik dibe, lê tecrîd bûye rêbazeke heta hetayê ya îşkencekirinê. Ev pêkanîn ne bi hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê dikare bê vegotin ne jî bi peymanên ku Tirkiyeyê îmze kirine ve. Li wê derê rêbazeke kontra tê pêkanîn. Destekî nepenî li pişt heye, tu kesî ew tesbît nekiriye. Ev gelek aşkere ye. Ligel vê di girtîgehên din de jî tecrîd heye. Bi taybetî bi pandemiyê re pêkutî zêde bûne, hevdîtina girtiyan bi malbat û parêzeran re tê astengkirin. Ji bo girtiyên jin rêbaza kamerayê heye ku ev rêbazek tacîzê ye. Li hemû girtîgehan kamera li cihên ku aliyên herî xwemal/taybet jî dibînin hatine bicihkirin. Her weha vîrus heye û li girtîgehan bijîşk tune ne. Girtî bi xetera mirinê re rû bi rû ne û ev pêkutî gihîştine radeyeke gelekî bilind, ji ber vê yekê jî girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiriye.”

Parêzer Eren Keskîn der barê rewşa Rêber Abdullah Ocalan de ev tişt gotin, “Her girtî mirovek e û mafê wî mirovî yê jiyanê mafekî pîroz e. Ji ber mafên mirovan hin sererastkirin di qanûnan de hatine kirin. Malbatek Birêz Ocalan jî heye. Çawa mafê wî yê hevdîtina bi malbatê re tê astengkirin, bi ser de parêzerên wî hene, ew dixwazin der barê doza wî de agahiyan werbigirin, ji pêşketinan agahdar bibin. Hevdîtina girtiyekî bi parêzerê xwe re pir giring e. Ku bixin zindanê û nehêlin tu agahiyan ji derve bigire, ev jê re dibe travma. Ne tene girtî bi vê yekê malbat jî tên cezakirin. Ev pêkanîn bi tu awayî di qanûnan de nîn e. Di tu peymanên navneteweyî de cihê vê pêkanînê nîn e. Ev pêkanîn ji binî ve dijî qanûnan e û pêkanîneke kontrayî ye.”    

‘HEKE MUXALEFET PIRSGIRÊKAN BÎNE ZIMAN DÊ ZÛTIR ÇARESER BIBIN’

Eren Keskîn bal kişand ser helwesta duserî ya muxalefetê û ev nêrînên xwe anîn ziman: “Çi tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê, çi tecrîda li girtîgehên din, çi jî pirsgirêka girtiyên nexweş mixabin, ji bilî parêvzvanên mafên mirovan û siyasetmedarên Kurd tu kes nayne ziman. Di vî warî de tu deng û daxwaz ji CHP’ê nayê. An jî hin komele û saziyên ku xwe wek opozisyon dibînin dîsa kerr û bêdeng in. Ev pirsgirêk di rastiya xwe de pirsgirêka muxalîfîyê ye. Pirsgirêk ne tene Kurd in. Pirsgirêk muxalîfên din û kesên xwe wek muxalîf bi nav dikin jî li ber vê meseleyê ne. Heke ew van pirsgirêkan bînin ziman dê hêsantir çareser bibin. Mixabin li vî welatî politikaya resmî, nêrîna resmî, îdeolojiya resmî hem desthilat hem jî opozisyon gihandiye hev ji ber vê yekê jî ev pirsgirêk çareser nabin.”    

Eren Keskîn bal kişand ku berpirsyartiya CPT û pergala Îmraliyê ku dewleta Tirk û hevkarên wê bi hev re saz kirine û weha got, “Niha ne tene CPT wisa tevdigere, ew dewletên di peymanên navneteweyî de bi Tirkiyeyê re girêbest kirine jî wisa tevdigerin. Van dewletan peyman îmze kirine ku li welatên xwe van mafan bidin welatiyên xwe. Tirkiyê gelek peyman îmze kirine lê îro yekî tenê jî bi cih nayne. Û tu kes jî çavdêriyê lê nake. Mixabin çi CPT çi jî welatên Ewropa di vî warî de sersariyê nakin. Mixabin berjewendiyên navbera dewletan dibe asteng ku bi ser Tirkiyeyê de biçin. Ev pirsgirêkeke giştî ye.”

‘ŞERXWAZAN SIYASETMEDAR XISTINE ZINDANAN’

Parêzer Eren Keskîn destnîşan kir ku pêkanînên îro li dijî girtiyên siyasî û bi taybetî girtiyên Kurd tên kirin pêkanînên dijminî ne û weha axivî, “Ev tiştên ku li girtîgehan diqewimin beşek ji siyaseta dewleta Tirk a nêzîkbûna wê ya bo doza Kurd e. Niha rêbazeke ser binemayê şer û ser binemayê qirkirinê tê meşandin. Bi taybetî ev ji aliyê dewleta tarî ve bi destê hevkariya MHP/AKP’ê tê pêkanîn. Di nêzikbûna Doza Kurd de helwesteke hişktir heye. Dibêjin çekan deynin siyaseta sîvîl bikin lê belê tevahî siyasetvanên Kurd ên bi rêbaza siyaseta sîvîl radibin niha xistine zindanan. Divê her kes hinekî ser vê rastiyê bifikire. Gelo kî şerî dixwaze; heke hûn ev qasî li pêşberî siyaseta sîvîl bibin kelem nexwe hûn şerxwaz in. Nexwe îro çima siyasiyên sîvîl xistine zindanan, çima bi heman aqilê dewletê pêkutiyan li girtiyên siyasî dikin. Ev helwest encama polîtîkaya dewletê ye, dewlet bi vî çavî li Doza Kurdî dinêre lewma ewqas zilm û zorî heye.”      

Parêzer Eren Keskîn bal kişand ku bi desthilata AKP/MHP ya faşist re pêşeroja Tirkiyeyê şêlo xuya dike û li ser vê ev nêrînên xwe anîn ziman, “Ez ev 30 sal e di nav tevgera mafên mirovan de me, nayê bîra min ku me qonaxeke wek vê şêlo borandibe. Pêşiya siyasetê şêlo ye. Em bi ti awayî pêşiya xwe nabînin. Heye ku sibero her tişt biguhere û proseseke nû dest pê bike, lê heye her tişt berkendaltir ve jî biçe. Ez nikarim pêşbîniyan bikim. Lê belê kar û barê me parêzvanên mafên mirovan jî ew e ku em neheqiyan, bêdadiyan tesbît bikin û bigihînin dinyayê. Em hewl didin vî tiştî bikin. Em ê vê hewldana xwe jî bidomînin.”    

‘AKP Û CHP WEKÎ HEV LI DOZA KURD DINÊRIN’

Eren Keskîn diyar kir ku li Tirkiyeyê ji bilî saziyên mafên mirovan û hin siyasetmedaran tu kes dijî pêla êrişan dengê xwe bilind nake û got, “Ez dibêm qet muxalefet tune ye. Çimkî cihê mixabinîyê ye ku di warê lênihêrtina Doza Kurd de tu ferq di navbera AKP û CHP’ê de nîne. Tu cêwazî navbera MHP û ÎYÎ Partî de nîn e. Hemû jî bi çavê senteza Tirk Îslamî ya Îtîhatperest li vê dozê dinêrin. Em li vî welatî em ji sedî 15 ne, ên ji bilî vê di navbera desthilat û bergindê/opozisyonê de tene neyartiya destebiratiyê heye. Belê her çendî bi hevdu re şer bikin jî dijî vê sedî 15’ê destebirakên hev in. Lewra jî îro bi hezaran girtî li zindanan tenê rêyekê li pêşiya xwe dibînin; ew jî grev e. Heke ew bedena xwe dixin ber mirinê sebeba wê nebûna muxalefetê ye.”     

‘HEKE SIYASETÊ BIVÊ BIBE MUXALEFET DIVÊ BALÊ BIKÊŞE SER REWŞA ZINDANIYAN’

Eren Keskîn der barê greva girtiyên siyasî û xemsariya civaka sîvîl de rexne li saziyên muxalefetê girtin û weha axaftina xwe domand, “Berê ji rewşenbîran, parêzvanên mafên mirovan lijne ava dikirin û hin hevdîtin pêk dianîn. Belkî dîsa bikaribin van rêbazan bi pêş bixin. Lê li beramberî me, mixabin kesek tune ku bi me re rûne, ku em bikaribin pê re biaxivin. Wek ÎHD em her dem hewl didin her rewşê ji Wezareta Dadê re bibêjin. Em ê der barê vê rewşa dawîn de hewl bidin bi Wezareta Dadê re hevdîtinekê bikin. Niha em dikarin vî tiştî bikin, lê wek min gotî barek giran dikeve ser pişta siyasetê. Heke sazûmana siyasî bi rastî bixwaze muxalefetê bike divê bi vê pirsgşirêkê re mijûl bibe.”    

‘WEZARETA DADÊ YA TIRKIYEYÊ BI QANÛNÊN XWE BI XWE NAKE’

Eren Keskîn diyar kir ku di qanûnên navxweyî yên Dewleta Tirk bi xwe de jî ev pêkutiyên li girtîgehan wek tecrîd têne dîtin lê belê Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê bi xwe van qanûnên xwe binpê dike û weha got, “Ew qanûn hene ku bi hukmê wan binpêkirinên li zindanan bêne astengkirin. Heke guh bidin qanûnên xwe pêdivî bi grevan namîne. Her çend desthilata niha ne bi dilê me be jî heke guh bide qanûnên xwe dê pêkutiya ser girtiyan sist bibe, rê bide hevdîtina bi malbatan re û raporên Tipa Edlî li gorî heqaniyetê bide; bibêje girtiyê nexweş nikare di zindanê de bê ragirtin. Paşê hewceyî bi grevê namîne. Lê muxalefetek wisa nîn e ku van qanûnan bi desthilatê bide cîbicîkirinê. CHP’ê, tijî parlamenterên parêzerin, siyasetzanên wê hene. Ev parlamenter tev dizanin ku tecrîda li Îmraliyê kiryareke der qanûnaniye. Em ê dev ji vê doza xwe bernedin û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Ligel vê giring e ev hemû tiştên rû didin bikevin ferhenga siyasetê û bibe rojeveke siyasî. Pê bête axaftin da ku çare jê re bê dîtin.”     

Eren Keskîn di axaftina xwe de biryarên saziya dadê ya Tirkiyeyê di van demên dawî de wergirtine jî nirxandin û weha got, “Li Tirkiyeyê gelek demên weha derbas bûn. Li Tirkiyeyê rastiyeke dî heye ku em jê re dibêjin kontra gerîlla. Kontra Gerîlla di bin banê Daîreya Şerê Taybet de kar dike û saziyek tetîkkêşê wê heye, jê re dibêjin ocaxa ulkucuyan. Dozger Dogan Oz di sala 1978’ê de hate kuştin, der barê wî de pirtûkek derketiye. Gava min ev pirtûk xwend min rûyê ocaxa ulkucuyan ê tarî dît. Ocaxa Ulkucuyan li vî welatî rêxistina sûc a herî qirêj e. Ew tetîşkêşiya kar û barên reştarî dike. Her tişt gelek dişibe hev. Vê rêbaza îtîhatperest saziya xwe damezrand û her tişt ji wir ve tê birêvebirin. Li Tirkiyeyê Serokê Partiya Opozisyona Sereke ji aliyê qaçaxçiyekî çekan ve, bazirganekî tîryakê û ya herî giring kujerekî jinan ve gef lê têne xwarin. Û partiya li desthilatê jî piştgiriya vî mêrkujî dike. Êdî hukmê gotinê betal dibe. Li rewşeke weha hûn ê çawa behsa dewleta hiqûqî, dewleteke demokratîk bikin. Qatilekî jinan li vî welatî xwedan gotin e. Ev karesatek e. Li welatê me her roj jin têne kuştin û qatilekî jinan hê jî gef û guran dike.”         

‘DIVÊ EM DENGÊ XWE BIDIN DENGÊ GIRTIYAN’

Parêzer Eren Keskîn bang li rêxistinên mafên mirovan, saziyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl kir ku dengê xwe bidin dengê girtiyên zindanan û got, “Qet çi dem nayêne bîra min ku biryarên girtinê wisa bêbingeh hatibin dayîn û her kes wisa bi layê dilê xwe hatibe zindanîkirin. Min jî 17 sal û 3 meh cezayê zindanê xwariye û hê jî ji ber hin dozan dewayên min dewam dikin. Ez jî pê re gelek kes li dorê ye ku ha-ha bigirin û bavêjin zindanê. Wisa bifikirin, heke ez niha di zindanê de bama û evqasî neheqî li min kiriban min ê çi bikira, îro ev roj e ku hûn wî tiştî bikin da ku siberoj nekevin ber wê neheqiyê. Yanî em hemî neçar in guhê xwe bidine dengê zindaniyan, em mecbûr in daxwazên wan bibihîzin û bigihînin her derê. Em ê vê bi lez û bez bikin. Ez bang li rêxistinên mafên mirovan, saziyên siyasî û rêxistinên civaka sîvîl dikim ku guhê xwe bidin qîrîna girtiyan û dengê xwe bilind bikin.” 

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9er_laO7CuU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>