​​​​​​​Saziya malbatên girtiyan: Divê Kurdistanî piştevaniya hemleya grevan û çalakiyan bikin

Saziya malbatên girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de, bang li gelê Kurd û kurdistaniyan kir ku çalakiyên piştevaniya hemleya wê bi awayekî lez bikin û piştast kir ku grevvanên birçîbûnên heta serkeftinê pêngav ji hemleya xwe bi paş ve naavêjin.

​​​​​​​Saziya malbatên girtiyan: Divê Kurdistanî piştevaniya hemleya grevan û çalakiyan bikin
3 kanûn, 2020   05:32
QAMIŞLO-EKREM BEREKAT

Girtiyên ji ber doza PKK’ê û PAJK’ê hatine girtin di salvegera 42’yemîn a damezrandina PKK’ê de greva birçîbûnê di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de dest pê kir. Ew pêngav jî ji bo balkêşandina li ser tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan û sûcên dewleta Tirk a dagiker ên der barê mafên mirovan li girtîgehan de pêk hat.

Ev ne cara yekemîn e ku girtiyên siyasî û mafan greva birçîbûnê di girtîgehên dewleta Tirk de li dar dixînin. Girev bi armanca şermezarkirina siyasetên çewisandinên yên desthilatên Tirk yên li dijî tevahî girtiyên, ji şorşeger, têkoşerên gelê Kurd û alîgirên PKK’ê, ye.

Di 1980’î de û li ser paşxaneya pêkanîna dewleta Tirk a darbeyeke leşkerî li Tirkiyê li dijî tevgera rizgariyê û hêzên şoreşger, gelek şoreşgerên Kurd û Tirk hatin girtin. Dewleta Tirk hewl da di wê demê de (piştî darbeya 1980) bi rêya siyasetên xwe yên dermirovî vîna girtiyan bişikîne. Lê şoreşgerên Kurd berxwedaneke dîrokî li dijî van tevahî hewldan û kiryaran pêk anîn. Di 14’ê Tîrmeha 1982’yan de, têkoşerên PKK’ê greva birçîbûnê heta mirinê li dijî kiryar, sûc û hemleyên qirkirinê ragihand. Di wê berxwedanê de Mihemed Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Elî Çîçek û Akif Yilmaz şehîd bûn.

Hemleyên dawîn ên girevên birçîbûnê ku di girtîgehên dewleta Tirk de hatine lidarxistin, bi serkêşiya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya wîlayeta Colemêrgê Leyla Goven bû. Leyla Goven di 8’ê Mijdara 2018’an de ji gitîgeha Amedê ji bo şermezarkirin û redkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan greva birçîbûnê dest pê kir. Gelek girtî tev li grevê bûn û hinan jiyana xwe ji dest da û bi wê re grev bi encam bû serdana ji rêber Ocalan re di 25’ê Gulana 2019’an de pêk hat.

 ‘DIVÊ GELÊ KURD, ÇALAKIYAN JI BO PIŞTEVANIYA GREVVANÊN BIRÇÎBÛNÊ BI LEZ DEST PÊ BIKE’

Şêniyê ji Rojava bi navê Eşref Remedan Hisên 10 sal di girtîgehên dewleta Tirk de ma, di 2008’an de hat girtin û 2018’an hat berdan. Hisên endamekî Saziya Girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk de ye. Hisên da zanîn ku hemleya greva birçîbûnê ya ku girtiyên di girtîgehên dewleta Tirk ya 27’ê Mijdara borî de ragihandiye hemleyekî pîroz e û wiha got: "Em piştevaniya vê hemelya pîroz heta pêkanîna armancên xwe, dikin."

 ‘DIVÊ GELÊ KURDISTANÊ PIŞTGIRIYA BERXWEDANA GIRTÎGEHAN BIKE’

Eşref Remedan Hisên da zanîn ku merheleya ku gelê Kurd tê re derbas dibe, pir hesas e. Ji ber gelê Kurd di hemleyên qirkirinê re derbas dibe û tecrîda girankirî li dijî rêber Abdullah Ocalan e û lidarxistina hemleya greva birçîbûnê di girtîgehên dewleta Tirk de di dema xwe de hat û wiha pê de çû: "Divê gelê Kurd û kurdistanî çalakiyên bi armancên piştgiriya grevvanan li dar bixin û çi derengî dê bandoreke neyênî li ser girtiyan bike."

Hisên eşkere kir ku gireva birçîbûnê ya ku girtiyan li dar xistiye, girîngiyeke mezin heye, ji ber dewleta Tirk ji 2011’an de tecrîda girankirî li dijî rêber Ocalan ferz kiriye û nahêle ne parêzer ne jî malbata serdana rêbertî bikin û wiha pê de çû: "Ocalan rêberê gel e û dewleta Tirk tevahî sûcan li dijî wî pêk tîne, nahêle parêzer, malbat û rêxistinên mirovî hedîtinê pê re bikin û di van sûcan de gelek aliyên navneteweyî beşdar in, ji ber ji fikir û felsefeya rêbertî metisîdar in."

 ‘TEVÎ ZEXT Û ASTENGIYAN MORALÊN GREVVANÊN BIRÇÎBÛNÊ BILIND E’

Hisên wiha piştast kir: "Moralên grevvanên birçîbûnê yên di girtîgehên dewleta Tirk de tevî fişarên li dijî wan bilind e. Piştevaniya wan erka me ye. Da ku hemleya wan bi serkeftinê bi encam bibe, divê gelê Kurd û Kurdistanê çalakî û hemleyên grevê li herê derê li dar bixin."

Hisên bi lêv kir ku grevvan şoreşgerên rasteqîn in û wiha got: "Girevvanên birçîbûnê heta serkeftinê pêngavê bi paş ve naavêjin."

Eşref Hisên bang li tevahî malbatên girtiyên li girtîgehên dewleta Tirk û gelê Kurd kir ku çalakiyên bi lez li dar bixin û wiha berdewam kir: "Divê tevahî gelê Kurd û Kurdistanê derfetên xwe têxin ximzetî şoreşger û têkoşerên grevvanên birçîbûnê."

Hisên li dawiyê îşaret bi hemleya greva birçîbûnê ya ku Leyla Goven li dar xistiye û wiha bi dawî kir: "Hemleya Leyla Goven di encama hembêzkirina gelê Kurd, saziyên sivîl, civakî û çapemenî, kurdistanî û cîhanê de bi ser ket. Ji lew re bang li tevahî gel dikin ku bi tevahî saziyên xwe li dora vê hemleyê bi lez kom bibin. Ji ber grevvan ji bo gelê Kurd û doza wê tê dikoşin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oP0PRhnTjo0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>