Serokê Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê: Rêveberiya Xweser hêviya gelê Sûriyê ye

Serokê Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê yê muxalif, diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser ji bo gelê Sûriyê hêvî ye. Pêwîstiya gelê Sûriyê bi mantiqa demokratîk a MSD`ê ya ku avakirina têkiliyan bi hemûyan re ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bingeh digire, heye. Her wiha bang li dewletên Ereban kir ku piştgiriya vê projeyê bikin.

Serokê Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê: Rêveberiya Xweser hêviya gelê Sûriyê ye
3 kanûn, 2020   01:26
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji dema avakirinê sala 2015`an ve bi armanca pêşxistina Rêveberiya Xweser û çareserkirina aloziya Sûriyê civîn, hevdîtin û komxebatan li dar dixe, herî dawî Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê li dar xist.

MSD`ê kongre bi tevlêbûna zêdetirî 300 kesayetên siyasî û yên serbixwe, saziyên civaka sivîl li dar xist. Di dawiya kongreyê de ji bo pêşxistina Rêveberiya Xweser 17 biryar hatin girtin.

`RÊVEBERIYA XWESER JI BO GELÊ SÛRIYÊ HÊVÎ YE`

Têkildarî mijarê Serokê Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê Mihemed Bermo destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser projeyek afrîner e û tovika komara Sûriyê ya sêyemîn e, ji wê zêdetir ji bo tevahiya gelê Sûriyê hêvî ye.

Bermo diyar kir ku li gel tunebûna nimuneyek çareseriyê li cem opozîsyona Sûriyê û li gel aloziya heyî li ser tevahiya astên siyasî, leşkerî û civakî, xebatên siyasî û îdarî yên pratîk ên MSD û Rêveberiya Xweser ji bo tevahiyan, nimune ne.

Bermo bang li tevahiya aliyan, nexasim ên Kurd di nav de Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir ku desteka projeya Rêveberiya Xweser bikin nemaze, piştî însiyatîfa fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî ji bo yekitiya Kurd girte dest.

Bermo wiha domand: “Em piştgiriya însiyatîfa general Mezlûm Ebdî ji bo yekitiya tevahiya aliyên siyasî yên Kurd dikin. Dema ez bi general Mezlûm Ebdî re rûniştim, ez bi asta piştgiriya wî û hevalên wî ji bo bi serxistina vê însiyatîfê hesiyam. Hêvî dikim ku tevahiya aliyan bi rêya vê însiyatîfê piştigiriya tecrubeya Rêveberiya Xweser bikin.”

Di nava gotinên xwe de, Bermo îşaret pê kir ku di her projeyek siyasî yan jî îdarî de ne yasayî ye ku mirov vegere nuqteya destpêkê û wiha pê de çû: “Niha tecrubeya Rêveberiya Xweser tecrubeyek baş e û têgihiştî ye. Lewra divê em li ser esasa wê dest bi avakirinê bikin, fikrê têkbirina vê projeyê betal bikin. Ez şîret li hemûyan dikim ku vê tecrûbeyê pêk bînin û pêş bixin.”

`XÎTABEK NÎŞTIMANÎ`

Her wiha Bermo behsa girîngiya Kongreya Nîştimanî ya Şêniyên Cizîr û Firatê ya ku MSD`ê li dar xistiye kir û got: “Di vê kongreyê de tevahiya pêkhateyên Sûriyê hazir bûn. Ev kongre ji tevahiya aliyan re vekirî bû, ev yek di vexwendnameyan û komxebatên ku hatine lidarxistin de diyar bû. Lê girîngiya wê ji mentiqa wê ya demokratîk û durist a li ser bingeha xwerexnekirinê tê.”

Bermo wiha pê de çû: “Rêveberiya Xweser xwe rexne kir û bi şaştiyên xwe îtîraf kirin û bang li hemûyan kir ku pê re hevkar bin û alîkariya wê bikin da ku projeya xwe bi ser bixe. Ev mantiqa demokratîk a durist e ku tevahiya gelê Sûriyê lê digere.”

Bermo da zanîn ku di vê pêvajoya ku tevna civakî ya Sûriyê ji ber zilma rejîma Sûriyê parçe bûye de û ji ber ku opozîsyona Sûriyê xewnên gelê Sûriyê ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk a îlmanî/laîk belewela kirin, xîtaba MSD`ê “Xîtabek nîştimanî” ye û pêwîstiya gelê Sûriyê pê heye.

`OPOZÎSYONA LI STENBOLÊ, BAWERÎ DI NAVBERA GELÊ SÛRIYÊ DE TUNE KIR`

Derbarê aloziya Sûriyê de û girîngiya hevdîtinên ku MSD`ê li dar xistine de Bermo got: “Lidarxistina mîna van dan û standinan, bendên di navbera aliyên Sûriyê de dişkîne. Ji ber kirinên rejîma Sûriyê di dirêjahiya 50 salî de, nebawerî û parçebûnek di nav me de çê bû. Em ji hev ditirsin. Ya ku ev nebawerî zêde kiriye jî opozîsyona Sûriyê ya ku li Stenbolê dimîne.”

Bermo di vî warî de domand û got: “Ji ber wê pêwîstiya me bi avakirina pirên baweriyê heye. Divê kesayetên welatparêz yên sûrî bi rêya lidarxistina mîna van kongreyan û werşeyên kar, vê baweriyê vegerînin. Em baş dizanin ku gelek kesayetên siyasî yên sûrî yên xwedî fikrên demokratîk hene, ku li gorî fikrên wan welatekî xweşik ê layîqî xwîna ku hatiye rijandin, ava bibe.”

`MSD`Ê JI BO ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛRIYÊ ALIYÊ PÊŞÎN E KU DIYALOG BI HEMÛYAN RE VEKIR`

Bermo bal kişand ser hewldanên MSD`ê yên domdar ên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û got: “Di şoreşa Sûriyê de MSD`ê ji bo vedîtina çareseriyeke aştiyane ji aloziya Sûriyê re, aliyê pêşîn e ku bi tevahiya aliyên Sûriyê re kanalên diyalogê vekirin.”

Bermo gotinên wiha berdewam kir: “Ne Îtîlaf ne jî aliyeke din a opozîsyonê bi hêzeke siyasî ya din re dan û standin kir. Îtîlafê û beriya wê Meclisa Watanî jî bi hêzên siyasî yên din re, ne vekirî bûn. Berovajî wê bi hemû aliyan re wek klubek girtî da û stand.”

Bermo piştrast kir ku MSD`ê aliyê tekane ye ku dest bi diyalogê kir û ji hemûyan re vekirî ye û ev li gotinên xwe zêde kir: “MSD`ê bang li tevahiya aliyên opozîsyonê kir da ku tecrubeya wê nas bike, ji pêşniyar û rexneyan re vekirî ye. Bang li hemûyan kir ku bi wê re hevkar bin da ku dewleteke modern û pergelek siyasî sûrî ya nû ava bikin.”

Têkildarî werşeyên ku MSD`ê li Ewropayê li dar xistine, Bermo diyar kir ku hemû werşeyên MSD`ê ji bo vê hewldanê bû û tê de gelek aliyên opozîsyonê û kesayetên serbixwe hazir bûn. Bermo destnîşan kir ku ya ku di van werşeyan de bal kişandiye ew e ku MSD`ê tevahî têbinî û rexneyên ku hatine kirin qebûl kirin.

Bermo lê zêde kir û got: “Ev vekirin û têgihiştin, ji hemûyan re îsbat kir ku welat bi rêya hevbeşiyê û vekirina ji tevahiya aliyan re tê avakirin. MSD`ê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêya projeya xwe cidî ye.”

`DIVÊ GELÊ SÛRIYÊ DIJMINÊN XWE NAS BIKE`

Bermo banga hevgirtinê li gelê Sûriyê û naskirina dijminên xwe kir û got: “Rejîma Sûriyê û komên girêdayî wê, rêxistinên radîkal ên ku ji derve hatine şandin mîna DAIŞ, Cebhet El-Nusra, kesên ku olê bi kar tînin, kesên ku dixwazin gelê Sûriyê parçe bikin û wek çeteyan bi kar bînin mîna dewleta Tirk, dijminên gelê Sûriyê ne.”

`BANGA PIŞTGIRIYÊ LI WELATÊN EREBAN KIR`

Serokê Komeleya Nîştimanî ya Sûriyê Mihemed Bermo di dawiyê de bang li dewletên Ereban bi taybet Erebistana Siûdî, Misir, Îmarat û Urdinê kir ku desteka tecrubeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Gelê Sûriyê vê projeyê wek tovika avakirina dewleteke modern ji bo Komara Sûriyê ya Sêyemîn, wek dewleteke federal a demokratîk û îlmanî û wek nimuneyeke demokratîk li herêmê bi giştî dibîne. 

(şx)

ANHA