​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 33 kesên din vîrusa koroneyê vegirt

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê du kes ji ber vîrusa koronayê mirine û 33 kesên din jî pê ketine.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 33 kesên din vîrusa koroneyê vegirt
2 kanûn, 2020   21:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Dr.Ciwan Mistefa hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku zilamek ji Qamişloyê û jinek ji Şehbayê bi koronayê mirine.

Her wiha ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 33 kesên din (20 mêr û 13 jin) bi vîrusê ketine.

Mistefa bi bîr xist ku 5 nexweş jî baş bûne.

Li gorî vê daneyê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li herêmê gihaşt 7 hezar û 46 nexweşan, jê 197 kes mirine û hezar û 37 kes jî baş bûne.

(şx)

ANHA